Herêma Tampon - Putîn û Obama piştgirî nadin

07-09-2016
RÛDAW
Herêma Tampon a ku Tirkiye hewl dide ava bike
Herêma Tampon a ku Tirkiye hewl dide ava bike
Nîşan Tirkiye Erdogan Herêma Tampon Obama Putîn YPG Çemê Firatê Cerablûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî agahiyan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nekarî derbarê herêma tampon a ser sînor, herwiha hesasiyetên Enqerê li hember YPGê û derbasbûna hêzên Kurdî bo aliyê rojavayê Çemê Firatê de piştevaniya Obama û Putîn bi dest bixe.

 

Civîna koma bîst welatên herî bihêz ên aboriya cîhanê G20 bêyî ku li ser kirîza Sûriyê bighîje ti encamekê bi dawî hat.

 

Civîna welatên G20 ku li Çînê hatibû lidarxistin, bi dawî hat. Mijara kirîza Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û YPG ji wan mijaran bûn ku di navbera çend serokên cîhanê de gotûbêj li ser hatin kirin.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî di civîna G20 a li Çînê amade bû û bi Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsya Vldamiri Putîn re hevdîtin pêk anî.

 

Recep Tayyip Erdogan di hevdîtinên xwe de, behsa YPG, rojavayê Çemê Firatê û hesasiyetên Tirkiyê li hember derbasbûna hêzên kurdî bo aliyê rojavayê Çemê Firatê û operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê de û herwiha kontrolkirina Cerablusê kir.

 

Erdogan ji aliyekê din ve ji Moskow û Washingtonê daxwaza avakirina herêmeke ewle di nav axa Sûriyê û li ser sînorê hevbeş ê Tirkiye-Sûriyê kir.

 

Li gorî agahiyan, Erdogan ji hevdîtinên bi Obama û Putîn re ti encamek baş derheqê wan daxwaz û hesasiyetên Tirkiyê de wernegirtiye.

 

Tirkiyê ev demek e dirêje ku behsa avakirina herêma tampon li ser sînor dike, lê heta niha ti welatan piştgiriya wê yekê nekirine.

 

Tirkiye dibêje avakirina herêma tampon, hem dê ji bo koçberên Sûrî baş be, hem jî dê ji bo ewlekariya sînor bibe alîkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst