Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Israel Katz bi sedema ku "bi dronan qaçaxçîtiya çekan" tê kirin, ferman daye artêşê ku deverên li ser sînorê Misirê bike "devera leşkerî ya girtî."
Di daxuyaniyeke nivîskî ya Wezareta Parastinê de hat gotin ku Katz li gel berpirsên artêş, polîs û îstixbarata navxweyî civiyaye û mijara "qaçaxçîtiya bi dronan" a ji Nîvgirava Sînayê ya Misirê gotûbêj kiriye.
Hat diyarkirin ku Katz piştî civînê ferman daye artêşê ku deverên li ser sînorê Îsraîl û Misirê bike devera leşkerî ya girtî.
Li gorî biryarê, li wan deverên ku dê bibin devera leşkerî ya girtî, dê telîmatên guleberdanê werin guhertin û qaçaxçî û operatorên dronan ên ku bê destûr bikevin wan deveran bibin hedef.
Her wiha hat gotin ku Katz mijara "qaçaxçîtiya çekan a bi dronan" a li ser sînorê Misirê, li gel Birêvebirê Saziya Îstixbarata Navxweyî Şîn-Bet (Şabak) David Zini gotûbêj kiriye.
Hat eşkerekirin ku Şîn-Bet dê bixebite da ku "qaçaxçîtiya çekan a bi dronan a li ser sînorê Misirê" wekî "gefa terorê" were pênasekirin.
Îsraîl diyar dike ku "li ser sînorê Misirê bi dronan qaçaxçîtiya çekan tê kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse