Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, rexneyên tund li stratejiya Amerîkayê ya avakirina herêmên Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê girt.
Tom Barrack ragihand ku ev yek bûye sedem ku Rojhilata Navîn bibe wekî "Balkanê" û aramî li herêmê pêk neyê.
Dîplomatê Amerîkayî rewşa niha ya Îraqê jî wekî "tevlîheviya rehan" ango damaran bi nav kir.
Barrack ji Rojnameya The National a Îmaratê re axivî. Nûnerê Amerîkayê rexne li desttêwerdanên berê yên Amerîkayê girtin.
Tom Barrack diyar kir ku avakirina “herêmên nîvserbixwe yên Kurdan” li ser bingeha "federaliyeke jihevketî" hatine avakirin.
Barrack ev rewş şiband dabeşbûna Yûgoslavyayê û got ku ev ne avakirina eniyeke yekgirtî ye.
Tom Barrack behsa piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî kir.
Barrack di berdewamiyê de wiha got,"Me cureyeke din a dewleta otonom a Kurdan çêkir û me hişt ku ew bixwe miameleyê bi hev re bikin. Çima? Ji ber ku hêsantir bû."
Nûnerê Amerîkayê her wiha got, "Pirsgirêk ew e, rewş dibe wekî Balkanê, her wekî çawa li Yûgoslavyayê qewimî.
Ev rewş tenê ji bo demeke gelekî kurt e û paşê dest bi şerê li dijî hev dikin."
Tom Barrack di heman demê de Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê ye.
Barrack diyar kir ku şêwaza miameleya Amerîkayê aloziyên li herêmê "kûrtir kirine.”
Li gorî Barrack, sedem cudakirina "herêmên Kurdan ên dewlemend bi çavkaniyên sirûştî" ji hikûmetên navendî ye.
Barrack behsa polîtîkaya welatê xwe jî kir û got,"Kurd li aliyê din in ku petrol lê heye, ew naxwazin bibin beşek ji vê federaliyê."
Li Bexdayê “tevlîheviya rehan"
Nûnerê Amerîkayê wêneyekî reşbîn ji bo rewşa siyasî ya Bexdayê xêz kir.
Barrack ragihand ku tevî xerckirina trîlyonan dolar û mirina bi sedan hezar kesan, Washingtonê "bi destê vala" Îraq terikandiye.
Barrack rewşa Îraqê wekî "tevlîheviya rehan" bi nav kir.
Li gorî Barrack, komên çekdar ên nêzîkî Îranê movikên dewletê kontrola kirine û hikûmeta navendî bêdesthilat hiştine.
Tom Barrack li ser Îraqê jî got,"Serokwezîrekî te yê gelekî baş heye ku (Mihemed Şiya) Sûdanî ye.
Ew hilbijartî ye lê ti desthilata wî nîne. Desthilata wî sifir e.
Sûdanî nikare hevpeymaniyê di vê parlamentoyê de pêk bîne. Pêkhateyên din, wekî Heşdî Şebî, li pêşiya wî asteng in."
Li gorî nêrîna Nûnerê Amerîkayê, Îran niha ji ber nakokiyên Hemas û Hizbullahê di bin zextê de ye.
Îran ji bo hiştina hegemonya xwe ya li Îraqê hewleke mezin dide. Barrack her wiha got ku Tehran Îraqê wekî "beşeke Îranê” û parçeyeke ji hegemonyaya xwe dibîne.
Peymana Sûriye û Îsraîlê "nêzîk e"
Barrack di beşeke din a axaftina xwe de behsa guherînên li Şamê jî kir. Barrack eşkere kir ku Sûriye û Îsraîl dê di demeke "nêzîk" de bigihêjin peymaneke dîrokî.
Barrack pesnê "rêjîma nû ya Şer" jî da û amaje bi wê yekê kir ku salek di ser destbikarbûna hikûmetê re derbas dibe.
Barrack bawer dike ku serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê dawî li "50 salên karesatê" aniye.
Tom Barrack diyar kir ku hikûmeta veguhêz bi temamî hevkarê daxwazên Amerîkayê ye.
Nûnerê Amerîkayê li ser kar û barên hikûmeta Ehmed Şer jî got:
"Di rewşeke gelekî dijwar de ew karekî baş dikin ji bo bipêşveçûnê. Ji bo ku em wan ber bi Îsraîlê ve bibin me ji wan her çi xwestibe wê dikin."
Li gorî Barrack, nexşerêyeke ku ewlehiya sînoran diparêze amade ye lê belê Barrack destnîşan kir ku ji ber bêbaweriya Îsraîlê pêvajo giran dimeşe.
"Guherîna rêjîmê" ne di rojevê de ye
Barrack teqez kir ku îdareya Trump naxwaze hêza Amerîkyê li qada ti welatekî bi cih bike. Barrack diyar kir ku ew naxwazin bi zorê hikûmetên welatan biguherin.
Nûnerê Amerîkayê her wiha got, "Guherîna rêjîmê di rastiyê de qet bi ser neket."
Barrack teqez kir ku Washington niha bala xwe daye ser çareseriya herêmî ku ji aliyê hêzên navxweyî ve were birêvebirin.
Nûnerê Amerîkayê got ku ew çareseriyê bi sepandina hêza leşkerî ya Amerîkayê naxwazin.
Tom Barrack Libnan jî wekî "welatekî têkçûyî" bi nav kir û hêvî kir ku gotûbêja nû ya Balyoza Amerîkayê Lisa Johnson, bibe sedema gotûbêja rasterast di navbera Beyrût û Tel Avîvê de.
Nûnerê Amerîkayê xwest ku ev yek bêyî serîlêdana mekanîzmayên aloz ên navneteweyî pêk were.
Barrack di dawiyê de jî got, "Divê gotûbêj çareseriyê ji bo Şîe û Hizbulahê li xwe bigirin.
Mebest ne bêçekkirina wan e, belkî ew e ku em çawa bikin ku wan çekan bi kar neyînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse