Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefadî li Emanê Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack pêşwazî kir.
Di civînê de bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê di çarçoveya hevkariya berdewam a ji bo piştgiriya hewildanên hikûmeta Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan teqezî li ser parastina ewlehî, serwerî, yekîtî û aramiya Sûriyeyê û misogerkirina maf û silamiya hemû hevwelatiyên Sûriyeyê kir.
Sefadî û Barrack her wiha rewşa Helebê nirxand û pabendbûna Urdin û Amerîkayê ya ji bo piştgiriya hewildanên xurtkirina agirbestê ducare kirin.
Wan xwest ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekî aştiyane ji Helebê vekişe û ewlehî û parastina hemû sivîlan were garantîkirin.
Her du aliyan teqezî li ser pêdiviya bicihkirina yekser a Peymana 10ê Adara 2025an kir ku berê HSD û hikûmeta Sûriyeyê li ser li hev kiribûn.
Wezîr Sefadî û Balyoz Barrack di beşeke din a civînê de li ser berdewamiya hewildanên hevbeş ên ji bo bicihkirina nexşerêya bidawîkirina krîza li Siwêdayê û aramkirina başûrê Sûriyeyê axivîn.
Ev nexşerê 16ê Îlona 2025an li Sûriyeyê hatibû pejirandin û tê de teqezî li ser pêdiviya gihîştina çareseriyeke seranserî ji bo rewşa Siwêdayê hatibû kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse