Îsraîlê 15 cenazeyên Filistîniyan radest kirin

10-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Cenaze Filistînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê cenazeyên 15 Filistîniyan bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor radestî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê kirin.

Îsraîlê wekî beşek ji peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye, termên 15 welatiyên Filistînî bi rêya Xaça Sor a Navneteweyî vegerandin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Kerta Xezeyê piştrast kir ku cenaze gihîştine destê wan.

Hejmara cenazeyên radestkirî gihişt 315an

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku bi vê radestkirina dawî re, hejmara giştî ya cenazeyên ku ji destpêka pêvajoyê ve hatine wergirtin gihiştiye 315an.

Projeya radestkirinê bi hevkariya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor bi rê ve çû.

Ev pêngav, piştî radestkirina cenazeyê leşkerê Îsraîlî Hadar Goldinpêk hat ku di şerê sala 2014an de hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst