Rêberê Durziyan ê li Îsraîlê bangî Amerîkayê kir

Duh li 04:01
RÛDAW
Nîşan Şêx Muwafiq Tarîf Durzî Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê rûhanî yê Durziyan ê li Îsraîlê Şêx Muwafiq Tarîf, piştî bûyerên xwînî yên ku îsal li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê rû dan, bangî Amerîkayê kir.

Tarîf diyar kir ku "erkê" Washingtonê ye kêmneteweyên li Sûriyeyê biparêze û ji bo Durziyan garantiya ewlehiyê û "mafê çarenivîsê" xwest.

Şêx Muwafiq Tarîf ku di çarçoveya hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Cenevreyê ye, ji Reutersê re axivî.

Tarîf tekez kir ku ji bo dabînkirina ewlehiya civaka Durziyan a li Sûriyeyê divê Amerîka bikeve dewreyê.

Tarîf diyar ku piştgiriya Amerîkayê dê pêdiviya destwerdana gengaz a Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê jî ji holê rake.

Şêx Tarîf got, "Em ji hêza mezin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Serok Trump hêvî dikin ku mafên hemû kêmneteweyên li Sûriyeyê garantî bikin û rê li ber komkujiyên nû bigirin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump, meha çiriya paşîn piştî hevdîtina dîrokî ya bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El Şer re soz dabû ku ji bo serkeftina Sûriyeyê çi ji destê wî were dê bike.

Bûyerên xwînî yên tîrmehê

Civaka Durziyan ku li Sûriye, Libnan û Îsraîlê belav bûye, tîrmeha borî li Siwêdayê rûbirûyî pêleke mezin a tundiyê bûbû.

Piştî bûyerên revandina hevdû, navbera Durzî û eşîrên Bedewiyan şer derketibû.

Hêzên girêdayî Şamê li şûna ku asayîşê dabîn bikin, li cem Bedewiyan cih girtin û tundî zêde bû; ji herêmê nûçeyên talan, darvekirina bêdaraz û binpêkirina mafan hatin.

Îsraîlê bi teşwîqa kêmneteweya Durzî ya li nav xwe, bi hinceta "parastina Durziyên Sûriyeyê" destwerdana şer kir û hêzên hikûmetê kirin hedef.

Di bûyeran de ku piraniya wan Durzî bûn bi sedan sivîlan hatin kuştin û bi deh hezaran kes jî koçber bûn.

"Bawerî tune, danîna çekan ne pêkan e"

Piştî bûyeran rêberên Durziyan xwest ku korîdoreke mirovî ji Girên Golanê yên di bin destê Îsraîlê de ber bi Siwêdayê ve were vekirin û "mafê çarenivîsê" were naskirin.

Dema ku pêşniyarên Şêx Hîkmet Hecerî yê ji kesayetên bibandor ên Siwêdayê yên ji bo veqetandina herêmê ji Sûriyeyê jê hatin pirsîn, Tarîf li gel maf û ewlehiya hemû kêmneteweyan bal kişand ser pêdiviya "diyarkirina çarenivîsa xwe".

Tarîf diyar kir ku nayê fikirîn Durzî çekên xwe radest bikin û got, "Îro bawerî tune... Divê bawerî ji nû ve were avakirin."

Xitimîna Siyasî

Fermandarê berê yê mixalîf û Serokkomarê niha yê Sûriyeyê Ehmed El Şer ku Kanûna Pêşîn a sala borî (2024) Beşar Esed rûxandibû, soza parastina Durziyan dabû.

Lê Rêberê Durziyan Hecerî ragihandibû ku Şer ji bo civaka wan gefeke hebûnî ye û nexşerêya 13 xalî ya ku meha Îlonê bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo çareserkirina şer hatibû pêşkêşkirin, red kiribû.

Şêx Tarîf tekez kir ku ji bo zindîkirina dan û standinan, divê destpêkê destûr were dayîn ku şêniyên herêmê vegerin malên xwe û gihîştina alîkariya mirovî ya tam bo Siwêdayê were dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst