Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Orşelîm/Qudus ku zêdeyî heftê salî ye di navbera Îsraîlî û Filistîniyan de bajarekî nakok e, amadekariyên pêşwaziya li Serokê Amerîkayê Joe Biden berdewam in, ku biryar e sibe 13ê Tîrmehê serdana Îsraîlê bike.
Alayên Amerîkayê û Îsraîlê li kêleka hev bi stûnên kolanan de tên daliqandin. Serbazên taybet bi protokola pêşwaziyê bi hespan li kolanan diyar dibin.
Xelk ji ber serdana Biden geşbîn in, çimku di dîroka nû de Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid û Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas niha ji bo civînê û çareserkirina pirsgirêkan amade ne.
Dana Mils, Rêveberê Rêxistina “Aştî Demildest” dibêje, “Me biryar da ku em pêşwaziya Serok Biden li her du welatên xwe yên xoşewîst Îsraîl û Filistînê bikin. Em dixwazin, her yek ji Serok Biden, Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid û rêberê Filistiniyan Mehmûd Ebbas re bêjin ku tekane çareserî du dewlet in. Tekane rêya derketina ji vê aloziya siyasî, dubare gotûbêj û pêngavên ber bi rêkeftineke siyasî ye.”
Li ser afîşa daliqandî “Erê ji bo çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê” hatiye nivîsandin.
Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Naftali Bennett, ji bo gotûbêj û civîna bi serkirdeyên Filistinî re weke Lapid ne dilxwaz bû.
Biden, di dema bangeşeya hilbijartinê de bi berdewamî Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump bi çaresernekirina pirsa Filistînê û bi taybet Kerta Rojava ya Filistînê tohmetbar dikir, ev jî siyaseta cuda ya Biden bo peywendiyên derve nîşan dide.
Ethan Gilboa, Pisporê Peywendiyên Îsraîl û Filistînê dibêje, “Biden ji hikûmeta Benjamin Netanyahu hez nedikir û serdana wî piştgiriyeke germ ji bo hikûmeta niha nîşan dide.”
Biden roja Çarşembê 13ê Tîrmehê serdana Îsraîlê dike û piştre jî li Filistînê serdana Kerta Rojava dike. Biryar e piştre jî serdana Siûdiyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse