Navenda Nûçeyan – Balyoza Amerîkayê ya li Qeterê Dana Shell Smith, piştî rexneyên Donald Trump ên li dijî Qeterê, îstîfa kir.
Dana Shell Smith li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û got: “Vê mehê, min weke Balyoza Amerîkayê ya li Qeterê sê salên xwe temam kir. Ev dê di jiyana min de bibe rûmeta herî mezin û ezê bêriya vî welatê nuwaze bikim.”
Herwiha rojnamevanê bi navê John Harwood jî li ser hesaba xwe ya Twitterê got: “Piştî ku Trump hewldanên Wezareta Derve ya Amerîkayê yên ji bo kêmkirina aloziyê xera kir û li dijî vî welatî cardin êriş kir, Balyoza Amerîkayê ya li Qeterê îstîfa kir.”
Trump, Qeterê bi piştgiriya terorê tohmetbar dike. Donald Trump li dijî Qeterê gotibû: “Êdî ji bo Qeterê dema rawestandina piştgiriya terorê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse