Sûriyeyê ji bo derxistina petrol û gazê bi şirketên Amerîka û Qeterê re peymanek îmze kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Amerîka Qeter Petrol Gaz Hisîça Chevron Power International Holding
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji bo lêgerîn û derxistina petrol û gaza xwezayî ya li Deryaya Spî bi şirketa Amerîkayî Chevron û şirketa Qeterî Power International Holdingê re peymanek îmze kir.

Rêûresma îmzekirinê li Qesra Gel a li Şamê hat lidarxistin.

Peyman di navbera Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê (SPC), Chevron û Power International Holdingê de hat îmzekirin.

Armanca sereke ya peymanê ew e ku li qada deryayî ya Sûriyeyê xebatên lêgerîn, sondaj û derxistina petrol û gazê bên destpêkirin.

"Gaveke şoreşgerî ye"

Birêvebirê Giştî yê SPCyê Yûsif Keblewî diyar kir ku ev peyman dê rolekê girîng di bihêzkirina aboriya Sûriyeyê de bilîze û got:

Me tîmeke xebatê ya taybet erkdar kiriye da ku vê peymanê di demeke kurt de veguherîne peymaneke bicîhanînê ya berbiçav."

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thom Barrack jî beşdarî rêûresmê bû û got:

"Chevron yek ji şirketan herî mezin e û li kû derê siyaseta derve ya Amerîkayê hebe ew diçe wê derê.

Ev hevkarî ji bo xêzkirina wêneyê nû yê Sûriyeyê gaveke şoreşgerî ye."

Şirketên Amerîkayî çav berda Hisîçayê

Li gorî daneyan, tê texmînkirin ku rezervên gaza xwezayî yên Sûriyeyê 678 milyar metre sêca û rezervên petrolê jî 27 milyar bermîl in.

Yûsif Keblewî her wiha eşkere kir ku şirketên Amerîkayî dixwazin li Hisîçayê jî veberhênana gazê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst