Amerîkayê êrişî du grûpên nêzîkî Îranê kir: Kuştî û birîndar hene

13-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê êrişî grûpên ser bi Îranê ve kir.

Rewangeha Sûriyeyê  ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di wan êrişan de hinek çekdar hatine kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Amerîka Lloyd Austin ragihand ku balafirên wan du navendên ku artêşa Îranê û grûpên ser bi wê ve bikar tînin kirine armanc.

Lloyd Austin diyar kir ku ew êriş wekî bersivekê bûn ji êrişên wan grûpan ên li Sûriye û Îraqê yên li dijî Amerîkayê.

Austin eşkere kir ku wan navendeke rahênanê û cihekî ewlehiyê li Bokemal û Meyadînê yên li rojhilatê Sûriyeyê kirine armanc û got:

“Ji bo Serokê Amerîkayê ti karek ji parastina canê leşkerên Amerîkayê girantir nîne. Êriş bi fermana rasterast a Biden bûne. Em dê ti carî ji bo parastina canê welatî û leşkerên xwe dudilî nebin.”

3 çekdar hatin kuştin

Ji aliyê din ve, Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan jî ragihand, di wan her du êrişan de 3 çekdar hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya SOHRê hinek çekdar jî birîndar bûne û birînên hinekan dijwar in.

Piştî êrişê jî dengê teqînan li baregeha Amerîkayê ya li Zeviya Konîkoyê hat bihîstin.

Grûpên çekdar yên nêzîkî Îranê jî ragihand ku ew êriş wekî bersivekê bûye ji êrişa Amerîkayê re.

Grûpa bi navê Bergeriya Îslamî serê sibeha îro jî ragihand ku wan baregeha hêzên Amerîkayê ya li gundê Xedrayê bi dronekê kiriye armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst