Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku wan "rêya Tehranê vekiriye" û diyar kir ku "di demek nêzîk de" dê jetên Îsraîlê li asmanên Tehrana paytexta Îranê bifirin.
Netanyahu, di peyama xwe ya bi dîmen de ku ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat weşandin, Îsraîlî hişyar kirin ku guh bidin fermanên artêşê.
Netanyahu îdia kir ku Îran ji bo jiholêrakirina Îsraîlê xwedî du gefan e û destnîşan kir ku ev çekên nukleerî û mûşek in û ji bo êrişê gotinên "Em di deqeya dawî de bûn" bi kar anîn.
"Me Natanz tune kir"
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, bi îdiaya ku Îran pir nêzîkî çêkirina çekên nukleerî bûye, derbarê îdiayên ku êrişên Îsraîlê di vî warî de serkeftî nebûne wiha got:
"Me Natanz tune kir. Me derbeyeke giran li tesîsa dewlemnedkirinê xist û heke pêwîst bike, em dê ji vê zêdetir jî bikin."
Netanyahu got ku wan tesîs û zanyarên nukleerî yên Îranê kirine armanc û îdia kir ku ev yek dê Îranê di mijara dewlemendkirina uranyumê de paşde vegerîne.
Netanyahu destnîşan kir ku zerera mûşekên Îranê, yên ku wekî gefa duyemîn bi nav kiribû, şeva borî hatiye dîtin û ragihand ku ew ji bo têkbirina mûşek û kapasîteya hilberîna wan jî ketine tevgerê.
Serokwezîr Netanyahu wiha pê de çû, "Em nikarin rê bidin ku ew kapasîteya hilberîna 20 hezar mûşekan ava bikin.
Ji ber vê yekê me dest bi tevgerê kir ji bo jinavbirina kapasîteya wan a hilberînê û artêşa Îsraîlê niha vê yekê dike."
Netanyahu bi gotina "Me rêya Tehranê vekir," teqez kir ku "di demek nêzîk de" dê balafirên şer ên Îsraîlê li esmanên paytexta Îranê, Tehranê, bifirin.
Netanyahu bi van gotinan gef xwar û got, "Her armanceke girêdayî rejîma Îranê dê bê lêdan."
"Em cîranên xwe yên Ereb diparêzin"
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyeke xwe ya din de armanca êrişên xwe yên li Îrranê wiha anî zimên:
"Îro, Îsraîl li Rojhilata Navîn û ji wêdetir azadiyê diparêze. Em vê yekê li dijî rejîmeke Îranî ya zordar û radîkal dikin, a ku dixwaze bombeyên atomî çêbike da ku me tune bike û dixwaze mûşekên balîstîk, di nav de mûşekên balîstîk ên navparzemînî jî, ava bike da ku bikaribe gefan li her kesî û her devereke cîhanê bixwe.
Bi parastina xwe, em di heman demê de kesên din jî diparêzin.
Em cîranên xwe yên Ereb, dostên xwe yên Ereb ên aştiyê diparêzin, em Ewropayê diparêzin, em ji bo parastina Dewletên Yekbûyî jî dibin alîkar ku ew her tim di parastina me de alîkariya me dike. Ev erkeke girîng e.
"Dijminê me, dijminê we ye"
Vê gavê, rejîma Îranê taxên me yên sivîl bombebaran dike lê em terorîstan dikin armanc.
Ev ne tiştekî nû ye. Wan du caran hewl da ku sûîqestê li Serok Trump bikin.
Wan Balyozxaneyên Amerîkî bombebaran kirin. Wan 241 leşkerên deryayî li Beyrûtê kuştin.
Wan bi bombeyên xwe yên destçêkirî (IED) li Îraq û Efxanistanê bi hezaran Amerîkî kuştin û birîndar kirin. Ew ala Amerîkayê dişewitînin, ew bê rawestan dirûşma "mirin ji Amerîkayê re" dibêjin.
Dijminê me, dijminê we ye. Û bi vî karê ku em dikin, em bi tiştekî re rûbirû ne ku dê zû an dereng gefê li me hemûyan bixwe. Serkeftina me dê bibe serkeftina we."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse