Netanyahu çû Sûriyeyê: Em venakişin

1 demjimêr berê
Hisên Omer
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu / Wêne: Rûdaw Grafîk
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Îsraîl Benjamin Netanyahu Sûriye Çiyayê Hermonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çû Sûriyeyê û got, “Em ji Çiyayê Hermonê venakişin.”

Divê were gotin ku 6ê vê mehê, piştî dan û standinên li Parîsê yên di navbera şandeyên Îsraîl û birêvebiriya Şamê de hevtêgihiştinek di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de derbarê avakirina mîkanîzmayeke hevahengiyê hatibû ragihandin.

Hinek leşkerên Îsraîlê li Çiyayê Hermonê yê li başûrê Sûriyeyê kaşûnê li ser berfê dikin.

Leşkerekî Îsraîlî da zanîn ku rewşa hewaya dijwar jî wan ranawestîne û got:

"Fermandar Sebah, silav. Em niha li devera Çiyayê Hermonê di bin pileya sifirê de ne.

Bahoz, baran û berf heye lê tiştek nikare me rawestîne.”

Hêzên artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê doh bi pêş de çûn û li nav çend gundê bakurrojhilatê Quneyterayê ger û pişkinîn kirin û rêbendek li gundê Semedaniyeyê danîn.

"Em di rewşeke awarte de ne"

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi xwe jî Çiyayê Hermonê ziyaret kir û ji wir ragihand ku hêzên wan dê li wir bimînin heta ku bigihêjin peymaneke din ku ewlehiya Îsraîlê misoger bike.

Benjamin Netanyahu wiha got, “Ez li vir li Harmonê me, li gel Wezîrê Parastinê, Fermandarê Navçeya Michal, Fermandariya Bakur, Serokê Şabak û fermandarên payebilind.

Em ji bo derbarê hebûna Îsraîlê li vî cihê girîng biryarekê bidin li vir di rewşeke awarte de ne.

Heta ku em bigihêjin rêkeftineke din a ku ewlehiya Îsraîlê misoger bike em dê li vir bin."

“Vekişîn ne mijara gotûbêjê ye”

Hêzên Îsraîlê ji bilî parêzgeha Quneyterayê, hêzên Îsraîlê hinek gund ji rojavayê parêzgeha Derayê û gundewarên Şamê jî kontrol kirine.

Berpirsekî Îsraîlî doh ji rojnameya Mearif a Îsraîlî re gotibû ku vekişîna hêzên welatê wî ji Çiyayê Hermonê ne cihê danûstandinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst