Di êrişên li Rojhilatê Kurdistanê de jin û zarok mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Amerîka û Îsraîlê ragihand ku wan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek armanc bombebaran kirine.

Berpirsên îdarî yên bajarê Îlamê ragihand ku avahiyek hatiye bombebarankirin û 6 endamên malbatekê canê xwe ji dest daye.

Her wiha li parêzgeha Kirmaşanê jî hat ragihandin ku dayîkek û zarokek hatine kuştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê malên sivîlan hatin armancgirtin

Nîvê şeva şemiyê (14ê Adara 2026an) û berê sibeha yekşemê, li Rojhilatê Kurdistanê çend cih hatin bombebarankirin.

Sibeha şemiyê li taxa Cehadê ya navçeya Eywanê ya parêzgeha Îlamê êrişî cihekî nîştecihbûnê hat kirin.

Li gorî vîdeoyên ku hatine belavkirin, zerereke mezin gihiştiye avahiyê.

Alîkarê Parêzgarê Îlamê yê Kar û Barên Siyasî û Ewlehiyê Taceddîn Salihyan got ku êriş bi rêya dronan hatiye kirin.

Salihyan diyar kir ku di encama êrişê de 6 endamên malbatekê hatine kuştin û yek ji wan kuştiyan zarokekî şeş mehî ye.

Li Sine û Kirmaşanê baregehên leşkerî bûn armanc

Şeva şemiyê jî êrişan berdewam kir.

Yek ji wan cihên ku hat bombebarankirin baregeha Qudsê ya li nêzîkî Balafirgeha Sineyê ye.

Ew baregeh berê ji bo rahênan û çalakiyên çandî yên hêzên Supaya Pasdaran dihat bikaranîn.

Li Kirmaşanê şeva şemiyê herî kêm du cihên li derdora qada petrolê hatin bombebarankirin.

Ew cih rojên borî jî çend caran hatibû bombebarankirin.

Baregehên hêzên îstixbaratê, Supaya Pasdaran û Polîsên Kirmaşanê li nêzîkî wê qadê ne.

Kuştina dayîk û zarokekê li Kirmaşanê

Roja şemiyê, li bajarê Kirmaşanê di êrişan de dayîkekê û zaroka wê canê xwe ji dest da.

Navê jinikê Faîze Reyhanî ye û navê zarokê wê yê du salî jî Ebra Jirfî ye.

Mala wan li nêzîkî yek ji wan cihan bû ku kiribûn armanc.

Her wiha li navçeya Riwanserê ya parêzgeha Kirmaşanê, ciwanekî 15 salî yê bi navê Kiyan Muradî di êrişan de canê xwe ji dest da.

Li Îranê êrişên asmanî

Bi dirêjahiya roja şemiyê, balefirên şer ên Amerîka û Îsraîlê li asmanê Tehranê û bajarên naverasta Îranê geriyan.

Hinek caran bi balafiran û hinek caran jî bi mûşek û dronan êrişî armancan hat kirin.

Roja şemiyê, bi taybetî li rojhilat û rojavayê Tehranê gelek armanc hatin bombebarankirin.

Avahiya Navenda Lêkolînên Leşkerî ya li taxa Tereştê û herêmeke pîşesaziyê ya li rojavayê Tehranê hatin bombebarankirin.

Sûcdarkirina Îranê

Ajansa Farsê ya nêzîkî Supaya Pasdaran nîvê şeva şemiyê ragihand ku holeke werzişê ya pêrençûnkê li taxa Tehranserê ya Tehranê hatiye bombebarankirin.

Lê Farsê behsa armancên din nekir.

Amerîka û Îsraîl Îranê bi wê yekê tohmetbar dikin ku cihên sivîl ji bo armancên leşkerî bi kar tîne.

Her wiha Artêşa Îranê û Supaya Pasdaran diyar kir ku roja şemiyê wan çend dron li asmanê Tehranê xistine xwarê.

Artêşa Îranê da zanîn ku wan ji destpêka şer ve 116 dronên Amerîka û Îsraîlê xistine xwarê.

Li Îsfehanê 15 karker hatin kuştin

Roja şemiyê li bajarê Îsfehanê çend bargehên hêza parastina asmanî ya Supaya Pasdaran û Artêşê hatin bombebarankirin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku roja şemiyê di êrişa li ser kargeheke çêkirina sarincê ya Îsfehanê de 15 karker hatine kuştin.

Li bajarê Şahînşarê yê parêzgeha Îsfehanê jî navenda fermandariyê ya Supaya Pasdaran hat bombebarankirin.

Li Kerman û Şîrazê teqînên mezin

Li bajarê Sîrcanê yê parêzgeha Kermanê bi mûşekan êrişî baregeheke Hêzên Deryayî yên Îranê hat kirin.

Çend şêniyên bajarok ku vîdeoyên bombebaranan girtine diyar dikin ku piştî êrişê dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.

3 embarên Wezareta Parastinê ya Îranê yên li nav "Pîşesaziya Elektronîkî" ya bajarê Şîrazê demjimêr 9ê şeva şemiyê, bûn armanc.

Piştî bombebaranê, dengê teqînan li nav bajar hat bihîstin.

Berê sibeha şemiyê jî baregeha hêza asmanî ya Artêşa Îranê li Şîrazê hatibû armancgirtin.

Amerîka: Me armancên leşkerî yên li Xarkê têk birin

Girava Xarkê ya li başûrê Îranê û nêzîkî Kendavê mîvê şeva înê û berê sibeha şemiyê bi dijwarî hat bombebarankirin.

Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya parêzgeha Bûşehrê ragihand ku di êrişên li Girava Xarkê de ti kes nemiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê armanca êrişê got ku wan di wê êrişê de hemû armancên xwe yên leşkerî yên li Girava Xarkê tune kirine.

Çend medyayan fermî yên Îranê jî ragihand ku li Girava Xarkê baregehên leşkerî hatine armancgirtin, ne jêrxanên petrolê.

Ew her wiha dibêjin ku zerereke zêde negihiştiye pîşesaziya petrolê ya Îranê ya li wê giravê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji medyayê re got ku êrişa li ser giravên Xark û Bûmûsayê ji axa Îmaratê ve hatiye kirin.

Bi dehan kes bi tohmeta sîxuriyê hatin desteserkirin

Li aliyekî din, Dozgerê Giştî yê Parêzgeha Urmiyeyê Nasir Etebatî ragihand ku wan 20 kes desteser kirine.

Ew kes bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku wêne ji bargeh û cihên leşkerî girtine û zanyarî dane Îsraîlê.

Navenda Ragihandinê ya Polîsê Loristanê jî diyar kir ku heta niha 7 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Amerîka û Îsraîlê hatine desteserkirin.

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê jî ragihand ku li Tehranê 25 kes û li Hemedanê jî 8 kes bi tohmeta hevkariya bi Amerîka û Îsraîlê re hatine desteserkirin.

Hat îdiakirin ku wan kesan bi rêya girtina wêneyên cihên ewlehî û leşkerî hevkarî kiriye.