Hişyarî hat: Îran gefê li Iraqê û welatên kendavê dike

16-02-2017
RÛDAW
Nîşan Partiya Tifaqa Niştimanî Iraq Îran Kendav Gef
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Partiya Tifaqa Niştimanî ya Iraqê (Weteniye) ragihand, hewldanên Îranê yên ji bo ku li Rojhilata Navîn hinekî din jî destkevtan bi dest bixe, Iraq û welatên Kendavê bi metirsiyê re rû bi rû dihêle.

 

Partiya Tifaqa Niştimanî ya Iraqê ku Eyad Ellawî serokatiya wê dike, daxuyaniya nivîskî da.  Di daxuyaniyê de tê diyarkirin: “Hewldanên mezin ên Îranê ku ji bo li herêmê hinekî din jî qezencan bi dest bixe, Iraq û welatên Kendavê di nav deryayên navdewletî de bi metirsiyê re rû bi rû dihêle.”

 

Wê partiyê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser hewldanên Îranê yên li avên kendavê û diyar kiriye, ku bêdengmayîna Iraqê ya li hember van hewldanan tê wateya “devjêberdan avên navdewletî” û ev rewş gef e li hember bazirganî, aborî û ewlehiya Iraqê.

 

Herwiha di daxuyaniyê de tê aşkerekirin:

 

“Ev rewş, di heman demê de, di navbera welatên herêmê de dê bibe sedema pevçûneke cuda. Ji ber vê yekê, bi çarçoveya hikûmet û parlementoyê, li gor berjewendiya gel, di demeke herî kin de li ser vê babatê, divê gotûbêj bêne destpêkirin.

 

Li ser vê mijarê endamê Fraksiyona Dewleta Qanûn a Parlementoya Iraqê Casim Muhemed jî rexne li vê daxuyaniyê girt û ji Rûdawê re ragihand: “Ev, peywira Wezareta Derve ye, ne peywira partiyên siyasî. Ev rewş, ji bo hin destkevtan, peyameke siyasî ye. Bi taybetî ji Amerîkayê re dixwazin bêjin ‘Binêrin em ji Îranê bêhtir, nêzî we ne û em li dijî Îranê ne.’ Ji xeynî vê, ne tiştekî din e.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst