Li Tirkiyê jinên koçber tên çewisandin

16-05-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta ku ji aliyê Komeleya Lêkolînên Koçê (GAR) ve hatiye amadekirin, jinên Sûriyeyî dibêjin li cihê kar rûbirûyê cudakariyê dibin. Herwiha tînin ziman ku ji ber tundûtûjiyê naxwazin vegerin welatê xwe û dibêjin: “Em vegerin Sûriyê nikarin kar bikin. Mêr zêdetir dixwazin vegerin.”

Komeleya Lêkolînên Koçê (GAR) bi navê “Ezmûna Kar a Jinên Sûriyeyî û Peywendiyên Zayendî yên Civakî” raportek belav kir. Raport rewşa koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê radixe ber çavan ka çawa rûbirûyê cihêkariya zayendî dibin.

Li gor jinan li Sûriyê mercên jiyanê asantir e, lê nerîna ku ne maqûl e jin li derveyî malê kar bikin serdest e û dibêjin, li gor xelkê Tirkiyê bi heqdestê kêmtir kar dikin û li hinek cihên kar jî tê xwestin ku Sûriyeyîbûna xwe veşêrin û nebêjin xelkê Sûriyê ne.

Ji ber şerê navxwe yê Sûriyê ku di 2011ê de destpê kir, nêzîkî 4 milyon 500 hezar xelkê Sûriyê koçberî Tirkiyê bûn. Komeleya Lêkolînên Koçê li Îzmîr, Dîlok û Mêrsînê ligel 48 jinên Sûriyeyî hevdîtin pêk anî û raporteke berfireh amade kir.

Raport balê dikşîne ser pirsgirêkên jinên Sûriyeyî yên li Tirkiyê bicîh bûne. Ji wan 48 jinan 11 jê dibêjin take çavkaniya wan a debarê ew bi xwe ne û li cihê kar rûbirûyê cihêkarî û tevgerên nîjadperestî dibin. Jina bi navê Sîhan a 35 salî di hevdîtinê de dibêje, hefteyê şeş rojan carna ji demjimêr heşt heta deh û nîvê şevê kar dike.

Sîhan dibêje: “Dema li Helebê bûm, min perestyarî dikir. Lê piştî li Mêrsînê bicîh bûm, min dest bi nihêrvaniya `xwedîkirina` zarokan kir. Em gelekî kar dikin û nikarin iznê werbigirin. Dibêjin tu çi dikî bike lê di roja xwe ya bêhnvedanê de bike.”

Piraniya jinên ku GARê hevdîtin ligel wan kiriye, dibêjin li Tirkiyê ji ber nebûnê ji neçarî kar dikin. Herwiha   dibêjin jinên ku malbatên wan nahêlin li derve kar bikin, li malê bi parçe kar dikin, lê karê li mal tê kirin têra debara malbatê nake ancex hinekî dibe alîkar.

Li gor raportê jinên Sûriyeyî, ji ber zext û guşarê naxwazin vegerin Sûriyê. Gelek jin dibêjin zêdetir mêr dixwazin vegerin Sûriyê û sedem jî ew e ku hez dikin vegerin ser sîstema berê.

Emîne (29) dibêje: “Yekem şer bidawî nebûye. Duyem, ez naxwazim li gor dab û nerîtên berê vegerim. Vegerim Sûriyê dê nikaribim kar bikim. Min hez ji kar kiriye û ezê kar bikim.”

Berfîn a 27 salî jî nerîna xwe wiha tîne ziman: “Dema dibînim dê jiyana keça min ji ya me baştir be kêfxweş dibim. Jiyana me ya Sûriyê ne ti jiyan bû. Dab û nerît û kevneşopî, qedexebûna hemû tiştekî, eybbûna her tiştî, gunehbûna her tiştî… Lê li vir diçe dibistanê û hemû tişt bo wê çêdibe.”

Esma ya 19 salî jî dibêje: “Me got şer bi dawî bû, ezê wek karsazeke jin vegerim Sûriyê daku kar bikim. Di karê xwerakê de kar bikim, difikirim kargehekê vekim… Lê wiha girtî venagerim. Eger dayîka min bixwaze guşareke wiha bike venagerim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst