Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê dema ku weşana zindî berdewam dikir êrişî Televîzyona Dewletê ya Îranê kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gotibû ku ew plana wê dikin ku êrişî navenda sereke ya Televîzyona Dewletê ya Îranê bikin.
Piştî vê daxuyaniya Israel Katz, Îsraîlê êrişî Televîzyona Dewletê ya Îranê kir ku di weşana zindî de bû.
Bi gotina Israel Katz Televîzyona Dewletê ya Îranê li ber nemanê ye.
Televîzyona Dewletê ya Îranê jî piştrast kir ku ew di bin êrişa Îsraîlê de ye.
Li aliyê din medyaya Îranê eşkere kir ku Îsraîlê du caran li Televîzyona Dewletê ya Îranê xistiye.
Divê were gotin ku Îsraîlê ji xelkê xwestibû ku Tehranê vala bike.
Israel Katz anî ziman ku hinek kes ji Tehranê derdikevin.
#VÎDEO - Îsraîlê dema ku weşana zindî berdewam dikir êrişî Televîzyona Dewletê ya Îranê kir#Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #Haifa #تل_أبيب pic.twitter.com/OF6LZrVVED
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 16, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse