Hakan Fîdan li ser hevdîtinên YPG û Şamê axivî

16-11-2025
Nîşan Hakan Fîdan YPG Şam Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Rêça dan û standinên di navbera YPG û Şamê de girîng e.”

Hakan Fîdan di weşaneke zindî ya A Haberê de pirsên derbarê rojevê bersivandin.

“Hevdîtinên ku em dikin hene”

Fîdan li ser mijara pêwendiyên YPG û Şamê got:

“Rêça hevdîtinên di navbera YPG û Şamê de girîng e.

Wekî hûn dizanin, ev hevdîtin demekê rawestiyabûn, bi taybetî piştî midaxeleya Îsraîlê ya li başûr û ji ber hinek rûdanên din ên li herêmê.

Em li bendê ne ku hevdîtinên ku Şam bi YPGyê re dimeşîne bigihîjin xaleke diyarkirî.

Dan û standinên ku tên meşandin hene, hevdîtinên ku bi Amerîkiyan re tên kirin hene, hevdîtinên ku em dikin hene.

Em dixebitin ku ev di xalekê de bigihin cihekî.”

“Pir girîng e ku Amerîka…”

Fîdan mijara Îsraîl û Sûriyeyê jî wiha nirxand:

"Niha meseleya me ya yekem û ya herî mezin a me û Amerîkiyan ew e ku em piştrast bikin ku Îsraîl ji bo Sûriyeyê nebe gef û Sûriye jî ji bo Îsraîlê nebe gef û her kes bala xwe bide ser yekparçeyiya axê û serweriya hev.

Niha beşek ji axa Sûriyeyê di bin dagirkeriyê de ye, divê ev dagirkerî bi dawî bibe û nabe ku nêzîkatiyeke ku gefê li Sûriyeya mayî dixwe jî hebe.

Pir girîng e ku Amerîka piştgiriyê bide nîzam, refah û îstiqrara li Sûriyeyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst