Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser HSDyê daxuyanî da

18-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hemû şaxên PKKyê guh bidin banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û çekan deynin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro li bajarê Bayburtê yê Tirkiyeyê beşdarî merasîma vekirina saloneke werzişê bû û di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir.

Yaşar Guler bal kişand ser girîngiya "Tirkiyeyeke bihêz" û diyar kir ku yek ji qonaxên herî girîng ên vê armancê "Tirkiyeyeke bêteror" e.

Guler behsa zerer û ziyanên şerê wan ê li gel PKKyê kir û got:

"Daxwaza me ya herî mezin ew e ku em bela terorê, ya ku bi salan e enerjiya me û çavkaniyên me diqedîne, bi dawî bikin, bajarên xwe bi pêş bixin, welatê xwe bigihînin aramiyê û Tirkiyeyeke pir bihêztir bidin ciwanên xwe."

Banga ji bo çekdanînê

Guler ragihand ku divê PKK û hemû komên girêdayî wê di çarçoveya banga Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirinê de dawiyê li hemû çalakiyên xwe bînin û got:

"Di serî de Sûriye, hemû komên rêxistinê yên ku bi navên cuda û li erdnîgariyên cûda çalak in, divê demildest bêyî şert û merc çekên xwe radest bikin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê di berdewamiya axftina xwe de diyar kir ku ew dê ti carî rê nedin ku ti PKK, YPG û HSD li herêmê bi cih bibin û bi navên cuda çalakiyan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst