Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar, 19ê Mijdara 2020 li Lefkoş ya navenda Qibrisa Bakur.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro serdana Qibrisa Bakur dike û bi gotina wî bi xwe, ew dê li wir mizgîniyekê ragihîne. Vê gotina Erdogan, nîgeraniya Komara Qibrisê ya Yunanînişîn û beşek ji berpirsên Ewropa û Amerîkayê li pey xwe anî.
Erdogan li gel şandeke pilebilind a hikûmeta xwe û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, 2 rojan li Qibris dimînin.
Serdana Erdogan bo beşa bakurê nîvgirava Qibirsê di demekê de ye, ku îsal 38mîn salvegera kontrolkirina wî parçeyê Qibrisê ji aliyê Tirkiyê ve di sala 1974an de ye.
Erdogan roja Şemî 17ê Tîrmehê li bajarê Erziromê yê Bakurê Kurdistanê derbarê serdana xwe ya bo Qibrisê de ragihand, “Roja Duşemê, her weke hûn dizanin em serdana Qibrisê dikin. Bi şandeke fireh serdanê dikin. Di yekem roj de, li parlementoya Qibrisa Bakur gotara me heye. Li wê derê li parlementoyê mizgîniyekê didim. Şaş e eger aniha besha wê bikim.”
Tê çaverêkirin, Erdogan mizgîniya vekirina Kenarên Varoşa bi fermî ragihîne, ku ji sala 1974an ve hatine valakirin. Herwiha dirustkirina pêwendiyên dîplomasî di navbera Azerbaycan û Komara Tirk a Bakurê Qibirsê, egereke din e.
Erdogan herwiha diyar kir, “Li Qibrisa Bakur hevdem ligel dîdara du bi du û dîdara şandan, em dê gelek projeyan bixine xizmetê.”
Ev yek di demekê de ye, aniha Qubirsa Bakur, tenê li cem parlementoya Tirkiyê, weke dewleteke serbixwe tê naskirin û hikûmeta Tirkiyê bi xwe jî wê weke dewlet nas nake.
Qibrisa Bakur bi tevayî pişta xwe bi Enqereyê girêdide.
Ersîn Tatar, Serokê Qibrisa Bakur, 6ê vê mehê di serdanekê de bo Ameda Bakurê Kurdistanê, û di dema civîna xwe de ligel serbazên dêrîn, behsa piştgiriya Enqerê ji bo Qibrisa Bakur kir.
Ersîn Tatar di vê civînê de got, “Piştî ku bi piştgiriya Enqereyê, weke serok hatim hilbijartin, êdî siyaseteke nû û nerîneke nû heye. Eger li Qubirsê bigihêjin rêkeftinê, ew dê li ser binemaya du dewletên wekhev û hevta be. Em hewl didin vê çarenivîsê ji bo Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê û hemû aliyên beramber behs bikin. Dosyeya Qubirsê dosyeyeke hevbeş a navbera me û Komara Tirkiyê ye.”
Tirkiye dixwaze çarseriya du dewletî ji bo Qibrisê cîbicî bike, lê ev pêşniyar ji aliyê Komara Qibrisê û Yekîtiya Ewropayê ve hatiye redkirin.
Berê Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, li ser piştgiriya bo Qibrisa Bakur û dirustkirina aloziyên zêdetir li wî sînorî, haydarî daye Tirkiyê.
Erdogan di Mijdara sala 2020an de jî serdana Qibrisa Bakur kiribû û beşdarî di 37mîn salvegera damezrandina Komara Tirk a Bakurê Qibrisê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse