Ji Hizbullaha Lubnanê daxuyaniya Rojavayê Kurdistanê

19-08-2021
RÛDAW
Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah, di dema gotareke televîzyonî de roja Pêncşemê 19ê Tebaxa 2021. Wêne: AFP
Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah, di dema gotareke televîzyonî de roja Pêncşemê 19ê Tebaxa 2021. Wêne: AFP
Nîşan Rojava Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah tekezî li ser kontrolkirina hemû axa Sûriyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve kir û ragihand, divê Rojavayê Kurdistanê bikeve di bin desthilata hikûmeta Sûriyê de.

Hesen Nesrullah îro Pêncşemê 19ê Tebaxê di gotarekê de ragihand, “divê navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bikeve di bin desthilata hikûmeta Sûriyê de.”

Nesrullah rexne li hebûna hêzên Amerîkayê di nav axa Sûriyê de girt û ragihand, “Amerîkî ji bo parçekirina Sûriyê li wî welatî ne.”

Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê got, “amerîkî petrola Sûriyê didizin û ber bi Iraqê ve dibin.”

Hesen Nesrullah daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraq û Sûriyê kir û diyar kir, “hêzên dagîrker divê ji navçeyê vekişin.”

Hizbullaha Lubnanê ji destpêka şerê navxwe û krîza li Sûriyê ve, piştgiriya hikûmeta Beşar Esed dike û çekdarên wê ji bo berevaniya ji hikûmeta Esed di nav axa Sûriyê de bicih bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst