Artêşa Îsraîlê: Em dê bi hêzeke bêhempa êrişî Xezeyê bikin

19-09-2025
Nîşan Îsraîl Xeze Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê hişyarî da ku ew dê bi "hêzeke bêhempa" êrişî bajarê Xezeyê bike û daxwaz ji şêniyên bajêr kir ku ber bi başûr ve herin.

Îsraîl bi bombebaran û topbaranê êrişî Xezeyê dike.

Artêşê roja sêşemê dest bi êrişeke mezin a bejahî kir û ev çend roj in daxwaz ji şêniyan dike ku ber bi başûr ve biçin.

Lê gelek Filistînî dibêjin ku rêwîtî zehmet e û ew nizanin berê xwe bidin kû derê.

Neteweyên Yekbûyî dawiya meha tebaxê texmîn kiribû ku nêzîkî milyonek kesan li bajarê Xezeyê û derdora wê dijîn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li gorî texmînên wan, ji dawiya meha tebaxê ve 480 hezar kes koçber bûne.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee daxuyand ku yek ji wan rêgehên ku ji bo 48 saetan hatibû vekirin da ku xelk jê derkeve hatiye girtin.

Wî her wiha got ku tekane rêya ber bi başûr ve rêya peravê Reşîdê ye.

Avichay Adraee di postekê li ser tora civakî ya Xê de got, "Ji vê gavê û pê ve, rêya Selahedînê ji bo rêwîtiya ber bi başûr ve hatiye girtin.”

Îsraîlê roja çarşemê rêgeheke nû ya "demkî" ragihandibû da ku şênî bi wê rêyê bajêr vala bikin û gotibû ku ew dê tenê 48 saetan vekirî be.

Avichay Adraee diyar kir ku dê êrişên wan bidomin û biland:

"Hêzên Parastinê yên Îsraîlê dê bi hêzeke bêhempa li dijî Hemas û rêxistinên din ên terorîst têbikoşin.”

Wî bi gotinên "Vê derfetê bi kar bînin û tevlî bi sed hezaran şêniyên bajêr bibin ku çûne başûr, ber bi herêma mirovî ve” bangî şêniyên Xezeyê kir.

Artêşa Îsraîlê ji Filistîniyan xwestiye ku biçin "herêmeke mirovî" li devera Mewasiyê ya li başûr ku dibêje li wir alîkarî, çavdêriya bijîşkî û binesaziya mirovî heye.

Îsraîlê di destpêka şer de ew herêm wekî herêmeke aram ragihandibû lê ji wê demê ve çend caran êrişî wir kiriye û dibêje ku ew Hemasê dike hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst