Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê ya li Sûriyê Yuri Evtushenko ragihand ku di nav 24 saetên derbasbûyî de zêdetirî hezar jin û zarok ji Efrînê koç kirine û bi rêyên deverên aram re xwe gihandine Til Rifetê.
Yuri Evtushenko di daxuyaniyeke televîzyonî de ragihand ku ji ber pevçûnan her ku diçe xelk zêdetir koç dikin, Rûsya jî cih û rêyeke demkî ji bo awareyan dabîn kirine û 20 ton alîkariyên mirovî ji Helebê hatine gihandin.
Evtushenko li ser koçkirina welatiyan diyar kir: “Leşkerên Rûsyayê ku li devera aram hatine bicihkirin, navên bi dehan koçberên ku ji bakurê parêzgeha Helebê ji Efrînê tên dinivîsin. Xelkê sivîl deverên şer terk dikin û diçin Til Ecar, beşeke wan li vir dimînin û herwiha beşek jî dûrtir diçin û xwe digihînin Helebê.”
Bû sê roj Artêşa Tirkiyê ji esman û bejahiyê ve li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê operasyon daye destpêkirin.
Rayedarên Tirkiyê armanca operasyonê weke dûrxistina metirsiya YPGê ya li ser sînoran bi nav dikin, lê fermandarên YPGê jî operasyona Tirkiyê weke dagirkirina Efrînê bi nav dikin û dibêjin ku dê rûbirûyî êrişan bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse