Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan dest daniye ser 2 keştiyên ku "ewlehiya deryayî xistiye metirsiyê".
Hat diyarkirin ku yek ji wan keştiyan bi Îsraîlê re têkildar e.
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Supaya Pasdaran li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan midaxeleyî keştiyên bi navên "MSC-Francesca" û "Epaminodes" kiriye.
Supaya Pasdaran îdia kir ku wan keştiyan bêyî destûrên pêwîst û bi manîpulekirina pergalên navîgasyonê ewlehiya deryayî xistiye metirsiyê.
Di daxuyaniyê de keştiya "MSC-Francesca" wekî keştiyeke "bi Îsraîlê re têkildar" hat pênasekirin.
Her du keştî piştî ku Îranê dest danî ser ber bi beravên Îranê ve hatin birin.
Lê belê di daxuyaniyê de agahî nehatin dayîn ku ev destwerdan bi temamî li kîjan xalê hatiye kirin.
Supaya Pasdaran destnîşan kir ku binpêkirina ewlehiya Tengava Hurmizê ji bo Îranê "xeta sor" e.
Amerîkayê berê biryara "dorpêça deryayî" li ser Îranê dabû û êrişî 2 keştiyên bazirganî yên Îranê kiribû û dest danîbû ser wan.
Rayedarên Îranî ev kiryarên Amerîkayê wekî "çetetiya deryayî" pênase kiribû.
Îranê ragihandibû ku ew dê li hamberî van êrişan bêdeng nemîne û bersivê bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse