Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar pesnê biryara ji ber êrişa Amerîkayê ya li 3 tesîsên nukleerî yên Îrabê pesnê Trump da û got, "Trump navê xwe bi tîpên zêrîn di pirtûkên dîrokê de nivîsand."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wan êrişî santralên nukleerî yên bi navê Fordo, Netenz û Îsfehanê kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar derbarê êrişên Amerîkayê û birayara Trump li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got, "Pîroz be, ya Xwedayê me û Serwerê gerdûnê, yê ku jiyan daye me, em parastine û em gihandine vê rojê."
Saar her wiha got, "Serokê Amerîkayê, Donald Trump îşev navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê nivîsand.
Bi biryara xwe ya wêrek a ji bo êrişkirina ser saziyên atomî yên Îranê, bi kiryarî îsbat kir ku hêjayî nasnavê 'Rêberê Cîhana Azad' e.
Ew dê her û her weke dostekî rastîn ê gelê Cihû û dewleta Îsraîlê were bibîranîn."
Berbanga vê sibehê Amerîkayê bi rêya balafirêb şer ên bipêşketî yên bi navê B-2 û bi bombeya kozikşikên GBU-57, şeş bombe avêtin ser wan 3 santralan û li gorî gotina Trump zirareke mezin gihandiye wan.
Derbarê operasyonên Îsraîlê de ku ji 13ê Hezîranê ve li dijî saziyên leşkerî û atomî yên Îranê dest pê kiribûn, Saar got:
"Niha eşkere ye ku kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê, bi biryara xwe ya roja 13ê Hezîranê ya ji bo destpêkirina 'Operasyona Şêrê Raperî', metirsiya jiholêrakirinê ji ser gelê Îsraîlê rakir.
Bi wateya temamî ya peyvê. Şanaziya min hebû ku ez beşdarî pêvajoyeke biryardanê ya bêhempa bûm ku hêj bi dawî nebûye."
Li gorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê, gelek hevpar di warên siyasî û ewlehiyê de hene ku beşdarî vê pêvajoyê bûne û got jî:
"Lê belê kesek heye ku bêyî wî ev yek nedibû: Serokwezîr Benyamîn Netanyahu, rêbertiya vê pêngava wêrek û dîrokî kir û serokatiyeke awarte nîşan da."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse