CENTCOM: Me 37 keştiyên din ên Îranê vegerandin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Îran Dorpêç Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan ji ber dorpêça li ser benderên Îranê 37 keştiyên din vegerandine.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiyeke bazirganiyê ya ku yek ji 19 keştiyên "fîloya sîber" e li Deryaya Umanê hatiye rawestandin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi hinceta ku ew keştî berhemên enerjiyê yên Îranê (petrol û gaza xwezayî) vediguhêze bazarên biyanî ceza lê sepandibûn.

Hat eşkerekirin ku ew keştî bi fermanên artêşa Amerîkayê ber bi Îranê ve hatine vegerandin.

Her wiha CENTCOMê amarên nû parve kirin û diyar kir ku ji destpêka dorpêçê ve wan 37 keştî vegerandine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku pêvajoya dan û standinên li Pakistanê ya bi Îranê re bêencam ma, ragihandibû ku ew dê pêvajoya dorpêça li Tengava Hurmizê bidin destpêkirin.

CENTCOMê jî berê ragihandibû ku di dorpêça li ser benderên Îranê de zêdetirî 10 hezar leşker, bi dehan keştiyên şer û balafirên şer beşdar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst