Îsraîl: Eger Ewropa Filistînê nas bike em dê Şerîaya Rojava bistînin

26-05-2025
Nîşan Îsraîl Filistîn Gideon Saar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku eger ewlatên Ewropa Filistînê nas bikin ew dê Şerîaya Rojava ji Filistînê bistînin.

Rojnameya Israel Hayomê îdia kiribû ku hinek dewletên Ewropayê dê ji bo naskirina dewleta Filistînê bang bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser van angaştan gotibû, "Li hemberî her gava yekalî ya li dijî Îsraîlê, Îsraîl jî bi gavên yekalî bersivê bide."

Saar diyar kir ku eger welatên Ewropayê ku di nav wan de Fransa û Brîtanya jî hene Filistînê nas bikin, ew dê bi awayekî yekalî gundên li Şerîaya Rojava û Geliyê Urdinê dagir bikin.

Divê were gotin ku ji 193 welatên Neteweyên Yekbûyî 149 ji wan dewleta Filistînê nas dikin.

18ê Hezîranê dê li New Yorkê bi pêşengiya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û bi piştgiriya Erebistana Siûdî konferanseke navneteweyî were lidarxistin.

Birêvebiriya Filistînê hêvî dike ku bi vê konferansê re ev hejmar zêde bibe.

Li gorî Israel Hayomê, Amerîkayê ragihandiye ku ew beşdarî vê konferansê nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst