Dewha (Rûdaw) - Li Paytexta Qeterê pirsa Kurd hat gotubêjkirin û serokê berê yê Encumena Niştimaniya Sûriyê Ebdulbasit Seyda da xuyakirin, ji ber nebûna projeya niştimanî li dewletên ku têde dijîn, Kurd neçar dimînin ku berê xwe bidin serxwebûnê.
Di panêleke taybet bi gotûbêjkirina pirsa Kurd de, ku li bajarê Dewha ya paytexta Qeterê hat sazkirin, serokê berê yê Encumena Niştimaniya Sûriyê ku berê aliyê sereke yê opozisyona Sûriyê bû, Ebdulbasit Seyda ragihand, heta niha bîr û baweriyên partiya Beis mane û ji ber nebûna projeya niştimanî li dewletên Rojhilata Navîn, Kurd berê xwe didin serxwebûnê.
Ebdulbasit Seyda got:
“Ez bawer dikim tişta ku dibe sedem ku Kurd berê xwe bidin serxwebûnê, ew e ku li welatên deverê projeya niştimanî ya rasterast tine ye, rewşa vê deverê, tevahiya dewletên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Sûriye, Iraq, Tirkiye, Misir û Lubnan, ev dewlet bi tevahî pir-netewe, pir-ol, pir-olza ne, lewra divê projeya niştimanî hebe, ku her kesî dilniya bike, taybetmendî û mafê her kesî biparêze.”
Seyda tekez kir: “Lê dema ku projeya neteweyî li nav wan dewletan tê bicihkirin, reng û şêweyek bi ser wan civakan de tê ferzkirin, ku ji kokê ve dûrî wan e.”
Serokê berê yê Encumena Niştimaniya Sûriyê amaje bi desthilatdariya partiya Beis li Sûriyê jî kir û diyar kir, ku wê partiyê hewl da bi zordariyê pêkhateyên din bike Ereb.
Ebdulbasit Seyda got: “Dema ku Partiya Beis hat Sûriyê, bi darê zorê xwest her kesî bike Ereb, û bi zorê jî divê xelk girêdayê vê yekê bin, û ew kesê ku xwe weke Ereb nabîne, li gor peymana Partiya Beis divê ew kes bê derxistin, û cihê wî li nav welatên Erebî namîne, heta niha jî ev bîr û bawerî û projeya Partiya Beis li Iraqê jî maye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse