Şerê Îran û Îsraîlê gur dibe: Enqere dilgiran e

17-06-2025
RÛDAW
Bombebaraneke li Îranê /Wêne: Reuters
Bombebaraneke li Îranê /Wêne: Reuters
Nîşan Îran Îsraîl Tirkiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Îsraîl û Îranê yek mijarên herî germ ên siyaseta Enqereyê ye.

Ji desthilatê heta mixalefetê, partiyên siyasî nerîn û dilgiraniyên xwe yên derbarê şer tînin ziman.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna grûba partiya xwe got ku Rojhilata Navîn di nav agir de ye û bangî desthilatê kir ji bo pêvajoya çareseriyê destê xwe sivik bike.

Bakirhan her wiha pêşniyar kir ku di vê rewşa aloz de Parlamento nekeve betlaneyê û li ser xebatên xwe yên pêvajoyê berdewam be.

"Rejîmên ku tê gotin nayên rûxandin, ji nişkekê ve rûdixin"

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha anî zimên:

"Hemû tiştê ku tê gotin nabe, dibe. Rejîmên ku tê gotin nayên rûxandin, ji nişkekê ve rûdixin.

Di demekê de ku li Rojhilata Navîn rîtma şer, rûbirûbûn û alozî bilind dibin, divê em hemû bi hevre li Tirkiyeyê rîtma çareserî û aştiyê bilind bikin."

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgeha Edîrneyê di daxuyaniyeke nivîskî de şerê li dijî Îranê wekî “destwerdaneke emperyal” bi nav kir.

"Di wêrekî û feraseteke ku heta niha nehatiye dîtin bê nîşandan"

Demîrtaş bangî Tirkiyeyê kir ku di warên aştiya navxweyî, hiqûq û demokrasiyê de gavên wêrek biavêje û got:

"Pêwîst e ji bo temamkirina pêvajoya çekdanînê ya ku bi banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û biryara xwefesihkirina PKKyê dest pê kiriye, bêyî ku rê li ber ti astengî û provokasyonan vebe, di asta herî bilind de hewldan, wêrekî û feraseteke ku heta niha nehatiye dîtin, bê nîşandan."

Serokê CHPyê, tîrên xwe yên rexneyan rasterast arasteyî Serokomarê Tirkiyeyê  Recep Erdogan kirin.

Ozgur Ozel careke din Erdogan bi tawîzdayînan û bêdengiya li hemberî Îsraîl û Amerîkayê tohmetbar kir û got:

"Niha divê mirov ji Erdogan bipirse. Hûn di meseleya Filistînê de li ku ne? Dema Trump Filistîn vala dikir hûn li ku bûn?

Hûn li hemberî lêdana Îranê ji aliyê Îsraîlê ve çima nikarin devê xwe ji Trump re vekin?

Hûn çi bihev diguherin? Hûn kîjan berjewendiyên Tirkiyeyê bi kîjan berjewendiyên xwe yên şexsî diguherin?"

"Miletê me mixalefeteke bi berpirsiyartir heq dike"

Lê bereya desthilatê, rewşê ji pencereyeke din ve dixwîne.

Alîkarê Serokê AK Partiyê Efkan Ala, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mixalefet bi "nefêmkirina hevsengiyên cîhanî" tohmetbar kir û siyaseta derve ya Erdogan wek serkeftineke stratejîk pênase kir û got:

"Dema Rojhilata Navîn di nav agir de ye, Serokomarê me bi dîplomasiyeke piralî bandora Tirkiyê berfireh dike.

Di vê serdemê de, miletê me mixalefeteke bi berpirsiyartir heq dike."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî banga diyalog û aştiya di navbera Îsraîl û Îranê de kir.

Bahçelî di heman demê de tekezî li ser tedbîrên li dijî Îsraîlê kir û wiha anî zimên:

"Armanca siyasî û stratejîk a Îsraîlê ew e ku cografyaya Anatolyayê dorpêç bike û armanca 'Tirkiyeya Bê Teror' ji bo berjewendiya xwediyên xwe pûç bike.

Êrîşa 13ê Hezîranê ya li dijî Îranê nîşan da ku, her dem rewşa amadehî û hişyarbûnê, berpirsiyariyeke ku cografyaya me xistiye ser milên me."

Di demekê de ku şerê Îsraîl û Îranê gûrtir dibe, beşek ji alî nîgeran in ku agirê wî şerî Tirkiyeyê jî rakêşa nava xwe.

Lê hinek alî jî çareseriya pirsa Kurd, wekî "mertala parastina Tirkiyeyê" ji şer û agirê li Rojhilata Navîn  dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst