Cihgirtina hêzên Amerîkî li zeviyên petrolê

27-10-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  -Hêzêke leşkerî ya Amerîkayê vegeriya Rojavayê Kurdistanê. Biryar e Amerîka hejmara leşkerên xwe yên li Dêre Zorê ku kêlgehên stratejîk ên weke Ammar, Telef û Conoco lê hene, zêde bike.

Piştî ku hikûmeta Sûriyê hewl da kêlgehên petrolê yên Elemir û çend navçeyên din bixe bin kontrola xwe, karwanekî leşkerî yê hêzên amerîkî ku ji 13 wesayîtan pêk dihat duh derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li herêma Rimelanê ku 1322 bîrên petrolê li wê deverê hene, bicih bûye.

Ew herêmên ku Amerîka niha pêgiha xwe li wan deveran bihêz dike ji sedî 45ê gaza sirûştî ya Sûriyê jî ji wan deveran tê derxistin ku û Amerîka navxwaze ev dever bikevin bin kontrola Rûsya û rejîma Sûriyê.

Zeviyên petrolê yên sereke li Sûriyê

Li Dêre Zorê ji Zeviya Elemir rojane 80 hezar bermîl petrol tê derxistin, ji zeviya Eltenek rojane 40 hezar, li Heseke ji zeviya Rimêlan rojane 90 hezar bermîl, ji zeviya Siwêdiyê 116 hezar bermîl û ji zeviya Şedadî û Cibise jî rojane 30 hezar bermîl petrol tê derxistin.

Li Sûriyê di sala 2011an de rojane 380 hezar bermîl petrol dihat derxisti, lê li gor amarên berdest di sala 2014an de rojane 10 hezar bermîl petrol hate derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst