Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin

28-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Hemas Benjamin Netanyahu Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî civîna ewlehiyê, ferman da artêşê ku demildest êrişên bihêz li ser Xezeyê pêk bîne.

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê piştî civîna ewlehiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir,

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Piştî şêwirên ewlehiyê, Serokwezîr Netanyahu ferman da Artêşa Îsraîlê ku demildest êrişên bihêz li Xezeyê pêk bîne.”

Ev civîn piştî wê yekê hat kirin ku Îsraîlê Hemas bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kiribû.

Di çarçoveya rêkeftina agirbestê ya ku 10ê vê mehê di navbera Îsraîl û Hemasê de ketibû meriyetê de, şer û pevçûn hatibûn rawestandin û dest bi guhertina dîlan hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst