“Îsraîlê 5 caran hewla kuştina Hesen Nesrula daye”

29-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameyek Îsraîlê aşkere kir ku Îsraîlê 5 caran hewla kuştin Sekreterê Giştî yê Hizbula yê Libnanê Hesen Nesrûla daye, lê ew hewl serkeftî nebûne.

Rojnameya Maarîf ya Îsraîlê li ser zarê çend çavkaniyên ewlekarî yên Îsrlaîlê ragihand ku Îsraîlê çendîn car hewla kuştina Hesen Nesrula daye, yek ji wan hewlên ku serkeftî nebûne di sala 2004an de bû dema ku xwestibûn jehrê têxin nav xwarina wî de.

Herwiha hewla duyem jî di cenga Libnan ya duyem de bû, dema ku Îsraîlê mûşek avêt avahiyekê, ku Skreterê Giştî yê Hizbula tê de bû.

Di Nîsana sala 2006an de jî, hêzên ewlekariyê yên Libnanê karîn grûpekê bigirin ku dixwestin Hesen Nesrula teror bikinm dema ku Nesrula dixwest beşdariyê di merasîmekê li taxa Hirêk li Beyrûtê bike.

Herwiha di 30 Hizêrana sala 2011an de jî, teqînek di avahiyekê de li başûrê Beyrûtê çêbû, ku di yek ji malên wê avahiyê de Hesen Nesrula û serkirdeyên Hizbula yê Libnanê di civînê de bûn, piştî vê yekê bi mehekê jî otombêleke bombekirî nêzîk hola Şuhedaa teqî ku di wê holê de Hesen Nesrula gotarek bi helkefta 6emîn salvegera cenga sala 2006an, pêşkêş dikir.

Herwiha rojnameya Maarîf di vê raporta xwe de balikşand ku tîma parastina Hesen Nesrula ji 150 kesî pêk tê “Ku bi awayekî leşkerî û ewlekarî yê cuda li ser detê hêzên taybet ên Hizbula hatine perwerdekirin”.

Rojnameyê amaje kir ku ew 150 kes baştirîn alavên parastinê li seranserê cîhanê bikartînin, bo parastina Sekreterê Giştî yê Hizbula yê Libnanê, Hesen Nesrula.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst