Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî îro “şandeyeke Komara Îslamî ya Îranê ya bi serokatiya Parêzgarê Azerbeycana Rojava Reza Rehmanî” pêşwazî kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Rehmanî silav û rêzên Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihandine Nêçîrvan Barzanî û daxwaza welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re ducare kiriye.
Reza Rehmanî pesnê pêwendî û hevkariya hevbeş a parêzgeha xwe ya bi Parêzgeha Hewlêrê re daye.
Wî her wiha bal kişandiye ser rêkeftinên di navbera her du aliyan de yên ji bo pêşxistina bazirganiyê, hêsankirina hatin û çûyîna li deriyên sînorî û derbasbûna geştyarên olî ya ber bi başûrê Îraqê ve ya bi rêya Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî jî li gel şandina silav û rêzên xwe ji bo Pizîşkiyan, teqez kiriye ku Herêma Kurdistanê bi girîngî li pêwendiyên xwe yên dîrokî yên bi Komara Îslamî ya Îranê re dinêre û dixwaze di hemû waran de pêwendî û hevkariya hevbeş zêdetir bikin.
Di wê civîna ku Parêzgarê Hewlêrê jî amade bû de, gelek bîr û ra û pêşniyar ji bo baştirkirina tevgera bazirganî û hatin û çûyîna li deriyên sînorî hatin pêşkêşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse