Erdogan kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê ragihand

01-05-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyip Erdogan DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku îstixbarata Tirkiyê roja Şemiyê serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê li Sûriyê kuştiye.

Erdogan roja Yekşemê 30ê Nîsana 2023an di hevpeyvîneke televizyonî de got, îstixbarata Tirkiyê (MÎT) serkirdeyê DAIŞê “Ebû Husên Qureşî” li Sûriyê kuştiye.

Erdogan diyar kir, MÎTê demeke dirêj bû ku ew serkirdeyê DAIŞê dişopand û herî dawî roja Şemiyê 28ê Nîsanê karî di operasyonekê de wî bikuje.

Serokomarê Tirkiyê tekez kir ku şerê wan li dijî “rêxistinên terorê dê bê cudahî berdewam be.”

DAIŞê berî salekê kuştina serkirdeyê xwe ragihandibû

Rêxistina DAIŞê roja 30 Mijdara 2022an di tomareke dengî de kuştina serkirdeyê xwe yê bi navê "Ebû el-Hesen El Qureşî" ragihand, bêyî ku cih û dîrokê diyar bike.

Berdevkê rêxistinê Ebû Omer el-Muhacir di tomarekê de ku li ser malperên rêxistinê hatibû weşandin, amaje bi kuştina El Qureş kiribû û gotibû, Qureşî “di dema ku dijminên Xwedê neçar dikir û şerê wan dikir, hat kuştin.” Berdevkê DAIŞê di heman demê de “Ebû Husên El-Husênî El-Qureşî” weke serokê rêxistinê dabû naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst