Hewlêr (Rûdaw) – Roja Çarşema borî Serokê Amerîkayê Donal Trump diyar kiribû ku herêmeke ewle li Sûriyê pêk tînin da ku xelkê herêmê li wir niştecih bikin.
Trump ji kanala ABCê ya Amerîkayê re axivî û rexne li welatên Ewropayê girt ku ew hejmareke gelek zêde ya koçberan wergirtine û got: “Ez nahêlim ev li Amerîkayê rû bide.”
Li gor belgeyeke wêneyî ku ketiye destê ajansa nûçeyan a Reutersê, Serokê Amerîkayê ferman daye Wezareta Berevaniyê û Wezareta Derve ya Amerîkayê, ku di nav çend mehên pêş de li Sûriyê “Herêma Aram” amade bikin. Bi vê pêngavê îhtîmala beşdarbûna Amerîkayê, di qeyrana Sûriyê de zêde dibe.
Heke ev pêngav bê bicihanîn, rêvebiriya nû ya Amerîkayê dest bi pêngavekê dike ku rêvebiriya Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama ne amade bû vê pêngavê bavêje. Ji ber vê yekê Artêşa Amerîkayê dibe ku li Rojhilata Navîn rastî şerekî din were, ku îhtîmala bi hev ketina Rûsya û Amerîkayê heye.
Di beşeke fermana Trump de hatiye: “Ferman bi Wezareta Derve tê kirin ku bi hemangî ligel Wezareta Berevaniyê planekê bo danîna herêman ewle ali Sûriyê û herêman derdorê amade bikin, ji bo wan Sûriyên ku ji deverên xwe aware dibin.”
Pêkanîna herêma ewle veqetînek ji siyaseta Obama ye û destpêkek nû di siyaseta nû ya Amerîkayê ya li Sûriyê û Rojhilata Navîn de ye. Wisa tê pêşbînîkirin ku bi pêkanîna herêma ewle, Amerîka li Sûriyê êrîşên xwe yên esmanî zêdetir bike, hêzên xwe yên leşkerî jî bişîne wê derê.
Di belgeyan de nehatiye diyarkirin ka herêma ewle ji kuderê dest pê dike û li ku diqede. Herwiha nehatiye diyarkirin ku ev herêm dê li Sûriyê be yan li derveyî wê be (weke Urdin û Tirkiye). Tirkiye demek dirêj bû, ji rêvebiriya Obama dixwest ku li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê herêmeke ewle pêk bîne. Lê hewldanên wan bi ser neketin. Di hin belgeyan de behsa egera avakirina hermên ewle li hin welatên cîranên Sûriyê hatiye kirin. Lê li ser vê mijarê tiştek derneketiye holê. Donald Trump di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de ji welatên ereb dixwest ku alîkariya avakirina herêmê ewle bikin.
Biryara avakirina herêma ewle li Sûriyê, di çarçoveya planeke berfireh a Koşka Spî de ye, ku biryar e di çend rojên şûnde bê îmzekirin. Beşek ji planê ew e, ku dayîna vîzeyê bi welatiyên Sûriyê û şeş welatên din ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (Iraq, Îran, Yemen, Somalî, Sûdan û Lîbya) bo dema 90 rojan were sekinandin û herwiha qebûlkirina koçberên misilman û sûrî heta demeke ne diyar were rawestandin.
Bertekên Tirkiye
Roja pêncşema borî Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Huseyin Muftuoglu di derbarê fermana Trump de axivî û ragihand, ku welatê wî li benda cîbicîkirina fermana Trump e û wiha got: “Em agahdar in ku Serokê Amerîkayê daxwaza lidûvçûnekê (mebesta wî pêkanîna herêma aram li Sûriyê ye) kiriye, û em li benda encama lidûcçûnê ne ku dawiya dawî dê pêşniyareke çawa ji serokê Amerîkayê re bê dayîn.”
Di meha Tebaxê ya sala par de, Artêşa Tirkiyê li gel çekdarên dijbereya Sûriyê operasyona Mertala Firatê di nava axa Sûriyê de dabûn destpêkirin.
Du armancên operasyonê hebûn:
A yekem: Derxistina çekdarên DAIŞê ji sînorên di navbera Tirkiye û Sûriyê de.
A duyem: Li bakurê Sûriyê rêgirtin ji pêkanîna herêmeke kurdî li bakurê Sûriyê.
Bi gotina berpirsên Artêşa Tirkiyê, herêmeke bi dirêjahiya 100 kîlometran, ji çekdarên DAIŞê hatiye paqijkirin. Tirkiye cihên ku kontrol kirine, weke “herêma ewle ya defakto” bi nav dikin.
Pirseke wiha tê kirin, gelo rêvebiriya Trump amade ye ku vê herêmê têxe nav herêma ewle, ku Tirkiye û grûpên Sûrî yên alîgirên wê kontrol kirine?
Di daxuyaniyekê de ku roja pêncşemê ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve hatibû dayîn, wiha diyar dibe, ku Tirkiye li benda biryareke wiha ye. Muftuoglu li ser vê mijarê wiha gotibû: “Tirkiye her gav piştgirî daye fikra pêkanîna herêma ewle, nimûneya herî baş jî, Cerablûs e.”
Di meha Tebaxê de bi piştgiriya Tirkiyê, dijbereyên Sûriyê, ewder kontrol kiribûn.
Komarîxwaz piştî pêkanîna herêma ewle
Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê demeke dirêj e, hişyarî didin ku pêkanîna herêma ewle, li Sûriyê jiyana leşkerên Amerîkayê dixe metirsiyê, ji ber vê yekê divê hemû îhtîmal werin berçavgirtin.
Ji aliyê din ve jî komarîxwazên endamên Kongreya Amerîkayê, demeke dirêj e ku piştgiriyê didin fikra herêma ewle, bi taybetî jî ji bo parastina wan sivîlên ku ji vî şerê reviyane.
Li cem Trump û tîma wî, ev planê weke alternatîvekê bo penaberên Sûriyê ye. Di dema kampanyaya hilbijartinê de Trump çend caran rexne li rêvebiriya Obama girtibû, ji ber ku nekariye lêkolîneke hûr ji bo koçberan bike, ku di çarçoveya plana alîkariya Amerîkayê de hatine wergirtin.
Lê belê yek ji wan pirsyarên ku Trump û komarîxwazan bersiva wê nedane ew e, ku çawa ji vê yekê re dikarin rê bigrin ku firokeyên Amerîkayê û Rûsyayê rastî hev neyên û alozî di navbera wan de dernekeve. Bi taybetî jî ji ber ku Rûsya di nav salekê de cihê xwe yê li Sûriyê qaîm kiriye. Ji ber vê yekê li Sûriyê bêyî ku ji Rûsyayê bipirsin, qet pêngaveke mezin nayê avêtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse