Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump hûrgiliyên nû yên derbarê biryara xwe ya naskirina serweriya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê eşkere kirin.
Trump ragihand ku wî ew biryar bêyî ku kesek jê daxwazê bike daye, heta alîgirên herî xurt ên Îsraîlê jî ew yek wekî "gaveke gelekî dûr" dîtibû.
Donald Trump 16ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Koşka Spî mazûvaniya Ahenga Hanukayê ya salane kir.
Merasîma salane ya Hanukayê li Koşka Spî, merasîmeke fermî ye ku Serok û Xanima Yekem a Amerîkayê mazûvaniya wê dikin da ku rêzê li Cejna Hanukayê ya Cihûyan bigirin.
Donald Trump gotarek pêşkêş kir û behsa wê demê kir ku biryara Girên Golanê daye û got:
"Min mikurhatina li serweriya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê kir. Ew tiştek bû ku wan daxwaz jî nekiribû."
Trump behsa karsazê koçkirî Sheldon Adelson kir ku yek ji piştgirên herî mezin ê darayî yê wî û Îsraîlê bû û got:
"Heta Sheldon jî qet daxwaza Girên Golanê ji min nekir, ji ber ku digot ev gaveke gelekî dûr (zehmet) e."
Trump amaje bi wê yekê kir, piştî ku wî ji çend çavkaniyên cuda, di nav de Nûnerê Taybet ê berê yê Amerîkayê yê ji bo Rojhilata Navîn Jason Greenblatt, behsa girîngiya stratejîk a Golanê bihîstiye, pêwendî bi Balyozê Amerîkayê yê wê demê yê li Îsraîlê David Friedman re kiriye.
"Min di 5 xulekan de dîroka hezar salan fêm kir"
Trump got, "Di rastiyê de min ji David Friedman pirsî, ew wê demê balyoz bû, mirovekî baş e...
Min got, 'David, pênc xulekan an kêmtir li ser Girên Golanê ji min re biaxive. Hûn dizanin, ez dîroka hezar salan di pênc xulekan de werdigirim.'"
Li gorî gotina Trump, piştî ravekirina Friedman a kêmtir ji du xulekan, wî girîngiya leşkerî ya herêmê fêm kiriye û yekser biryar daye.
"Pêdiviya we bi vê derê heye"
Trump got, "Piştî nêzîkî du xulekan, min got, 'Min fêm kir. Pêdiviya we ji bo gelek sedemên din bi vê derê heye.
Pêdiviya we pê heye. Ji bo parastinê pêdiviya we pê heye.'"
Trump her wiha destnîşan kir ku di warê dîrokî de, beriya teknolojiya nûjen, kontrolkirina wan giran diyarker bûye.
Îsraîlê di Şerê 6 Rojan ê 1967an de Girên Golanê ji Sûriyeyê standin û sala 1981ê bi yasayekê tevlî axa xwe kir lê civaka navneteweyî ev gav nas nekir.
Biryara Îdareya Trump a Adara 2019an siyaseta demdirêj a Amerîkayê guherand û rastî bertekên tund ên navneteweyî hat, bi taybetî ji aliyê welatên endamên Komkara Ereban û beşekî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve ku li gorî biryara 497an, Girên Golanê wekî axa dagirkirî ya Sûriyeyê tê dîtin.
"Bihayê wê trilyonan dolar e"
Trump şanazî bi wê yekê kir ku wî karek kiriye ku siyasetmedarên beriya wî bi dehan salan nekarîn bikin û wiha pê de çû:
"Wan 70 salan li serê kar dikir... hemû tiştê ku behsa wan dikirin Girên Golanê bûn û kesî qet tiştek nekir, lê min kir û me bi lez kir."
Serokê Amerîkayê amaje bi girîngiya aborî ya herêmê kir û ragihand:
"Paşê qîmeta wê ji min re xuya bû. Bihayê wê trilyonan dolar e. Eger tu bifikirî, dibe ku bihayê wê trilyon dolar be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse