Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava 2 salan de 165 jin hatine kuştin

05-07-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke medyaya Îranê, di nava 2 salên borî de 165 jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji aliyê hevjîn, bav, bira û xizmên xwe ve hatine kuştin.

Rojnameya Şerqî ya Îranê îro Çarşemê di raporeke taybet a li ser kuştina jinan de ragihand ku di nava du salên borî de her çar rojan carê jinek li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

Li gorî raporê 108 ji wan ji aliyê hevjînên xwe ve, 17 jin ji aliyê birayên xwe ve, 13 jin ji aliyê bavên xwe ve, 9 jin ji aliyê kurên xwe ve û 19 jin jî ji aliyê xizmên xwe yên wek xezûr, ap, xal û hwd. hatine kuştin.

Di raporê li ser awayê kuştina jinan de jî hat gotin ku 43 jin bi çek û 40 jî bi kêrê hatine kuştin. Her wiha 35 jin jî hatine fetisandin, rastê lêdanê hatine û hatine şewitandin. 37 jin bi awayên din ên wek avêtina ji bilindahiyê û 10 jin jî bi awayên nediyar hatine kuştin. Di 11 bûyeran de kujer piştî kuştina jin, xwe jî kuştiye.

Di raporê de nasnameya her 165 jinên ku hatine kuştin û cih û warên wan hatine eşkerekirin û hatiye gotin ku ji sedî 41 ê jinan li parêzgeha Tehranê û yên din jî li parêzgehên din hatine kuştin ku di nav wan de Sine, Kirmaşan, Urmiye, Îlam û Loristan ên Rojhilatê Kurdistanê jî hene.

Raporê her wiha ji zarê aliyên peywendîdar ragihandiye ku amarên ku medyaya Îranê li ser kuştina jinan belav dike ji ya ku di rastiyê de hene gelekî kêmtir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst