Ji %39.5ê bêkarên Îranê xwediyê Master û Doktorayê ne

05-11-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Bêkarî Navenda Amara Îranê Master Doktora
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amareke nû ku li Îranê belav bûye, 39.5%ê wan kesên bêkar derçûyên zanîngehê ne û bawerînameyên xwendina bilind ên wek Master û Doktorayê hene.

 

Navenda Amarên Îranê belav kiriye, ku ji sedî 18.7ê derçûyên xwendina bilind li Îranê bêkar in û hejmara jinên bêkar jî ji ya zilaman bêtir e.

 

Navenda Amarên Îranê herweha amaje bi wê yekê kiriye, ku di havîna îsal de 12.2ê kesên çalak li Îranê bêkar bûn.

 

Herwiha li gor Navenda Amarên Îranê, hejmara bêkaran li Îranê havîna îsal bi rêjeya 0.7 % zêde bûye û hejmara wan gihiştiye 3 milyon û 326 hezar kesan.

 

Li gorî wan amaran, zêdetirîn rêjeya bêkariyê li Îranê di nava gencên temen 15 heta 29 sal de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst