Bi 395 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Êriş Herêma Kurdistanê Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 28ê Sibatê ve bi 395 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin

Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê îro, bi 395 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest da û 55 kes jî birîndar bûn.

Li gorî amaran, piraniya êrişan li ser Hewlêr û derdora wê hatine kirin.

Zêdetirî 300 dron û mûşekan li Hewlêrê xistine.

Piştre zêdetirî 70 dron û mûşek ber bi Silêmaniyê ve hatine avêtin.

Herwiha 6 dron li Dihokê xistine û di êrişekê de jî 2 dron li parêzgeha Helebceyê hatine bikaranîn.

Amarên herî nû

Îro li nêzîkî Kampa Dareşekranê ya Hewlêrê bi dronan êrişî baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hate kirin.

Endamê Serkirdatiya Partiya Azadiya Kurdistanê Edîb Xalidiyan ji Rûdawê re got:

“Êriş bi 4 dronan hate kirin. Sê endamên me birîndar bûn û me ew  şandin nexweşxaneyê.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro bi 5 dronan êrişî Hewlêrê hatiye kirin.

Di êrişê de ti zererên canî çênebûn û dron li asîman hatin têkşikandin.

Her îro êrişeke dronî li baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.

Endamê Serkirdatiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re wiha axivî:

“12 dronên bombebarkirî di êrişan de hatin bikaranîn.

Lê me berî êrişan ji bo rewşê amadehiyên xwe kiribûn lewma ti zererên me yên canî nebûn.”

Li gorî zanyariyan, şeva borî du êrişên bi dronanli Hewlêrê hatin kirin û her du dron jî li asîman hatin xistin.

Her wiha Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê doh amarên êrişên du rojên dawî yên li ser parêzgeha Silêmaniyê û navçeya Koyê ya Hewlêrê belav kirin.

Dezgehê eşkere kir ku sêşemê 3 êrişên bi dronan û 2 êrişên bi mûşekan li Silêmaniyê (baregeha Hêzên 70yî) hatine kirin.

Di encamê de du Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn û piraniya êrişan li asîman hatin têkşikandin.

Li gorî daxuyaniyê, du êrişên bi dronan li kampeke malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya li navçeya Koyê hatin kirin.

Li gorî amarên Dezgeha Asayîşê, roja sêşemê du karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê di dema erkê xwe de di encama êrişan de bi sivikî birîndar bûn.

Dezgeha Asayîşê derbarê amarên êrişên çarşemê da zanîn ku du êrişên bi dronan li baregeha Hêzên 70yî yên Pêşmerge hatine kirin.

Herwiha 7 êrişên bi dronan jî li kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Koyê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên roja çarşemê yên li ser Koyê de ti kes birîndar nebûne.

Amarên giştî

Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji 28ê Sibatê heta êvariya Pêncşemê bi 395 dron û mûşekan êrişî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di vê demê de 312 dron û mûşek ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatine avêtin.

Herwiha 75 dron û mûşek ber bi parêzgeha Silêmaniyê ve hatine avêtin.

Şeş dron li parêzgeha Dihokê û 2 dron jî li sînorê parêzgeha Helebceyê ketin xwarê.

Êrişa herî nû ya li Dihokê, 17ê Adarê pêk hat û dronek li navçeya Berdereşê ket xwarê.

Li gorî amaran, di êrişan de ji 28ê Sibatê heta niha 8 kesan canê xwe ji dest da û 55 kes jî birîndar bûn.

Birîndarên herî nû sê Pêşmergeyên PAKê bûn ku 19ê Adarê baregeha wan hate bombebarankirin.

Yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest da karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bû.

Şeş kes pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Du ji wan li Hewlêrê, du ji wan li parêzgeha Silêmaniyê û du ji wan jî li Başîqê yê Deşta Nînowayê bûn.

Herwiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Rûdawê, beşek ji birîndaran ev in:

Sê karmendên asayîşê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge û du nobedarnên taybet ên baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê, nobedarekî Otela Tîtanîkê ya li Silêmaniyê, du karmendên Parastina Sivîla a Xelîfanê û du pêşmergeyên Hêzên 70yî.

Di nava birîndaran de 13 sivîl hene.

Yek ji wan li Hewlêrê kuryeyê ser motorsîkletê bû.

Kesek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê birîndar bûye.

Hemşîreyek li Kampa Azadiyê ya Koyê birîndar bûye.

Sê sivîlên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zeviya Spî ya Koyê birîndar bûn.

Zarokek li taxa Qalawayê ya Silêmaniyê birîndar bûye.

Du welatî li Kampa Cejnîkanê ya Hewlêrê û 4 welatî jî li taxeke Hewlêrê birîndar bûn.

Birîndarên din Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê ne.

Herêmên ku hatine bombebarankirin

Parêzgeha Hewlêrê

Dron û mûşek li van dever û taxan ketine xwarê:

Mela Qere, Karêzan, Kampa Zeviya Spî, Kampa Cejnîkanê, Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha Yekeyên Pêşmerge û nêzîkî Dareşekranê.

Parêzgeha Silêmaniyê

Silêmanî, Mêrgepan, Qalawa, taxa Beranan, Kolana 60 Metreyî, gundê Zirguwêzê, gundê Zirguwêzeleyê, navçeya Sûrdaşê, navçeya Kifriyê, Hêzên 70yî yên Pêşmerge, taxa Tasluceyê, Çiyayê Zimnako û baregeha Yekeyên Pêşmerge.

Parêzgeha Dihokê

Kêlgeha petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, Akrê û Berdereş.

Her wiha parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinirwêyê jî ji wan cihan in ku hatine bombebarankirin.

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir.

Ji roja yekem a şer ve êrişan Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst