Pizîşkiyan daxuyaniya xwe ya lêborînê sererast kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ew welatên cîran wekî birayên xwe dibînin lê eger ji welatekî êrişî Îranê were kirin, ew neçar in bersivê bidin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Pizîşkiyan çûye navendeke tenduristiyê.

Serokkomarê Îranê diyar kiriye ku daxuyaniya wî ya doh a bi rengê "Ez lêborînê ji welatên cîran ên ku rastî êrişê hatine dixwazim" şaş hatiye şîrovekirin.

“Dijmin dubendiyê dixwazin”

Pizîşkiyan got, "Dijmin dixwazin di navbera Îran û welatên cîran de dubendiyê derxin" û wiha pê de çû:

"Em bi welatên cîran re bira ne û em dixwazin pêwendiyên me baş bin lê eger ew welatekî bi kar bînin û bixwazin êrişî xaka me bikin, em dê bersivê bidin wan."

Hişyariya bersivdayînê

Pizîşkiyan bal kişand ku Îran giringiyê dide pêwendiyên bi cîranan re û wiha axivî:

"Wekî ku berê jî gelek caran hatiye gotin û li gorî Rêberiyê, em bi welatên cîran re bira ne û divê pêwendiyên me baş bin.

Lê eger ji welatekî êriş were kirin û bixwazin sînorên me bin pê bikin, em neçar in bersivê bidin wê êrişê.

Ev bersiv nayê wê wateyê ku pirsgirêka me bi wî welatî re heye yan jî em dixwazin xelkê wir aciz bikin."

“Em serî natewînin”

Pizîşkiyan anî zimên ku “di êrişên Amerîka û Îsraîlê de sivîl û zarok dibin hedef” û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Em li hemberî yên ku êrişî welatê me dikin li ser pêyên xwe radiwestin û em dê bi hêz bersivê bidin.

Hêzên me yên Çekdar û Besîc li her derê welêt hene û em dê welêt bi hemû hêza xwe biparêzin.

Em dê xeyalên wan ên li hemberî me teqez pûç bikin.

Welatê me serê xwe li ber zordarî, zext û êrişkariyê netewandiye û natewîne."