Heft şêwirmendên leşkerî yên Îranê li Sûriyê hatine kuştin

10-04-2018
RÛDAW
Nîşan Sûriye Êriş Firokexaneya T-4 Leşkerên îranî Kuştin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Medyayên Îranê eşkere kirine, ku hejmara leşkerên wî welatî ku di êrişa esmanî ya bo ser firokexaneya serbazî ya T- 4 de li parêzgeha Himis a Sûriyê hatine kuştin, 7 kes in.

 

Ajansa Tasnim a îranî ku ajanseke ser bi Supaya Pasdaran e, di nûçeyekê de ragihandiye, di êrişa esmanî ya li Sûriyê de ku şeva Duşemiyê pêkhatibû, 7 şêwirmendên leşkerî yên Îranê hatine kuştin.

 

Li gorî vê çavkaniyê, di nav wan şêwirmendên kuştî de hejmarek ji endamên payebilind ên Supaya Pasdaran jî hene.

 

Heman çavkaniyê daye xuyakirin, ku di encama êrişa bo ser firokexaneya T-4 a Sûriyê de, Mêhdî Dêhqan Yezdêlî, ku fermadeyekî hêza esmanî ya Supaya Pasdaran û pispor di warê firokeyên bêfirokevan de bûye, canê xwe ji dest daye.

 

Herwiha nasnameya berpirsekî din ê Îranê ku di êrişa esmanî ya li Sûriyê de hatiye kuştin, Mêhdî Letifî Niyaser e ku li gorî agahiyan, ew kes birayê serokê desteya radyo televîziyona Îranê li parêzgeha Qomê ye.

 

Li gorî nûçeya wê ajansa îranî ya ser bi Supaya Pasdaran ve, termê serbaz û rayedarên îranî yên kuştî bi firokeyekê ji Sûriyê ve bo Îranê hatine veguhastin û îro li Tehranê merasîmeke xatirxwastinê ji wan re hat sazkirin.

 

Şeva Duşemiyê 9ê Nîsanê firokexaneya T-4 a Sûriyê li parêzgeha Himis ê wî welatî bi mûşekan rastî êrişê hat û di encamê de hejmarek leşkerên Sûriyê û herwiha leşkerên Îranê hatin kuştin.

 

Di demekê de ku dihat çaverêkirin, ku Amerîkayê êriş pêk anîbe, lê rayedarên Waşingtonê red kirin, ku wî welatî ew êriş pêk anîbe. Piştre hat gotin, ku Îsraîlê ew êriş pêk aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst