Li Baneyê pevçûn: Efserekî Îranê hat kuştin

22-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Leşker Pevçûn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma sînorî ya bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di pevçûneke çekdarî de efserekî hêzên sînorî yên Baneyê hat kuştin.

Fermandarê Hêzên Parêzvanên Sînorî yê Parêzgeha Sineyê ragihand ku ew efser şeva borî "di pevçûnekê de li gel komên dijberên Komara Îslamî ya Îranê" hatiye kuştin.

Fermandarê Hêzên Pasevanên Sînor ê Parêzgeha Sineyê got, "Şeva borî dema ku hêzên parêzvanên sînor li herêmeke sînorî ya bajarê Baneyê bi karê çavdêrî û kontrolkirina sînor radibûn, rastî komeke dijber hatin û di navbera wan de pevçûn derket."

Li gorî gotina Ferec Rustemî, di pevçûnê de efserekî bi navê Sîna Setarwend piştî ku bi giranî birîndar bû, mir.

Ferec Rustemî her wiha dide zanîn ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û hewlên hêzên wan ên ji bo girtina êrişkaran didomin.

Wî berpirsê leşkerî yê Îranî navê wê koma çekdar a ku hêzên wan pê re pev çûne eşkere nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst