Azeriyên Îranê desthilatê ji bo xwe heq û ji kurdan re neheq dibînin

10-09-2017
RÛDAW
Îran
Îran
Nîşan Îran Azerî Hesen Rûhanî Kurd Urmiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Parlamenterên azerî yên Parlamentoya Îranê ji Serokomar Hesen Rûhanî dixwazin di kabîneya nû de erkê bilind bide azeriyan. Lê ji aliyê din ve jî li dijî wê yekê ne, ku erkê Parêzgariya Urmiyê bikeve destê kurdekî.  

 

Gelek berpirsên bilind ên Îranê bi rêgez azerî ne. Yek ji wan jî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Xameneyî ye. Lê azaeriyên welat dibêjin, hebûna van berpirsan nayê wê wateyê ku pêkhateyên Îranê di rêveberiya welat de beşdar in.

 

Azerî ji sedî 25ê şêniya Îranê pêk tînin. Piraniya wan ji ji mezheba şîe ne ku ev mezheba fermî ya dewletê ye. Lewma di navbera wan û dewletê de pirsgirêkeke olî nîne.

 

Di rêveberiya Îranê de azerî weke “neteweya hevbeş” tên hejmartin. Di desthilata siyasî ya welat de rola wan heye. Herdem di astên bilind ên desthilata Îranê de para wan jî hebûye. Ew ti caran li Îranê xwe weke “biyanî” nabînin.

 

Lê vê carê di hikûmeta Hesen Rûhanî de cih negirtine û hatine piştguhxistin.

 

Parlamenterê Tebrîzê yê azerî Ehmed Elîriza Beygî dibêje; “Divê bi awayekî li gel azeriyan reftar were kirin da ku hest bikin di çarenivîsa Îranê de rola wan jî heye. Di çarçoveya Komara Îslamî de pêdaçûna daxwaziyên wan bikin da ku ew jî li Îranê xwe di nava aramî û ewlekariyê de bibînin.”

 

Beriya niha parlamenterekî din ê Tebrîzê Şehabedîn Bîmqdar gotibû: “Em weke parlamenterên navçeyên tirknişîn û azerî, li hêviyê ne Hesen Rûhanî kesekî xelkê wîlayeta Azerbaycanê bike Wezîrê Xwendina Bilind.”

 

Di kabîneya nû ya Hesen Rûhanî de 2 kursiyên wezîran vala ne. Yek ji wan Wezareta Xwendina Bilind û ya din jî Wezareta Wize ye.

 

Azeriyên Îranê maf û payeyên ku ji box we rewa dibînin ji neteweyên din re weke heq qebûl nakin.

 

Parlamenterê azerî yê Urmiyê Hadî Behadorî li dijî wê yekê ye, ku Ferîdûn Hîmet bibe parêzgarê Urmiyê.

 

Ferîdûn Hîmet kurdekî ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Biyar bû beriya 4 salan Ferîdûn Hîmet bibe parêzgarê Urmiyê. Lê aliyên azerî yên Îranê ev yek qebûl nekirin û nehiştin bibe parêzgar.  

 

Di çend salên dawiyê de hestê neteweyî ya azeriyan hinek din jî geş bûye. Parlamenterên Îranê par di nava parlamentoyê de freaksiyona nûnerên herêmên tirknişîn pêk anîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst