Piştî serkeftina tîma Kurdan aloziya di navbera Kurd û Azeriyan de gurtir dibe

18-10-2025
RÛDAW
Alîgirên Kurd û Azerî yên li stadyumê /Wêne: Ji vîdeoyê
Alîgirên Kurd û Azerî yên li stadyumê /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Kurd Azerî Tirk Nijadperestî Urmiye Ronahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku roja Înê tîma Kurdan a Ronahiyê li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê bi ser tîmeke Azeriyan ket, alozî û drûşmên neteweyî yên di yarîgehan de careke din bûn rojev.

Alîgirên Kurd bi drûşman bersiv da nîşana "Gurê Boz" û gotinên nîjadperestane yên alîgirên Azeriyan.

Roja Înê li stadyuma Urmiyeyê, tîma Ronahiyê bi 2 golan li hemberî golekê zora tîmeke Azeriyan bir.

Hat ragihandin ku drûşmên Kurdan vê carê ji yên hefteya borî yên maça HûrSporê “tundtir û neteweyîtir” bûn.

Ev jî wekî bertekekê li hemberî drûşmên nîjadperestane yên Azeriyan hat ku roja duşemê di dema maça tîmeke Azeriyan û Kurdan de gotibûn.

Drûşmên "Werin Kurdan qir bikin"

Hejmarek welatiyên Azerî bi nîşandana nîşan Gurê Boz, bangî serokên dewletên herêmê kiribû ku herin û Kurdan li Urmiyeyê qir bikin.

Wan bi vî awayî nerazîbûna xwe li hemberî serkeftina tîma HûrSporê û handana bi coş a Kurdên Urmiyeyê nîşan dabû.

Drûşmên Azeriyan ew qasî tund bûn ku Kurd wekî “koçber” û ne xelkê resen ê bajêr bi nav kiribûn.

Aloziya li yarîgehê gihişt Parlamentoya Îranê

Ev mijar gihişt Parlamentoya Îranê jî.

Parlamenterê Bokanê Qasim Osmanî li ser mijarê got:

“Li Urmiyeyê di dema maça futbolê de, ji aliyê hinek kesên handayî ve bêrêzî û drûşmên li dijî Kurdan ên li derveyî normê hatine gotin ku Kurd nijada herî resen a Aryayî ne.

Ev kiryar di çarçoveya karên panturkîst, têkdana yekîtiyê û reftarên gemar û dilxweşkerên dijminan de bûne. Pêwîst e bi tundî ew kes bên sizadan.

Berdewamiya van reftaran dikare bibe sedema hinek bertekan ku bibe destpêka qeyraneke cidî ji bo parêzgehê û heta ji bo welat jî.”

Li hemberî van gotinên parlamenterê Bokanê, Parlamenterê Azerî yê Urmiyeyê Selman Zakir nerasterast ji wî re got ku ew ne xelkê Urmiyeyê ye û destwerdanê neke:

“Parlamenterek bixwaze derbasî maça futbolê ya Urmiyeyê bibe û di ofsaydê de golê tomar bike, ew gol nayê qebûlkirin.

Ji ber ku parlamenterên me yên bajarê me hene, em li kêleka hev in û li kêleka tîmên futbolê û xelkê bajêr in.

Nabe ku tevlîbûneke wiha ne di cih de hebe. Eger parlamenterek wiha reftarê bike, divê bizane ku ji standardan derketiye.”

Nerazîbûna Kurdên Urmiyeyê

Tevî ku parlamenterên Kurd ên Urmiyeyê bi nîşandana ku ew nûnerên hemû xelkê bajêr in di dema maçên tîmên Kurd û Azeriyan de li yarîgehê amade bûn jî Kurdên Urmiyeyê dibêjin ku erkê wan parlamenteran bû ku li Parlamentoya Îranê li hemberî nîjadperestiya li dijî Kurdan rawestin, ne ku parlamenterekî ji bajarekî din.

Li aliyê din, çalakvan û hejmarek parêzerên Kurd ên Urmiyeyê di hewldanê de ne ku rêyên mimkun bibînin da ku rewşê kontrol bikin û aramiyê vegerînin bajêr, bi awayekî ku her neteweyeke di nav wî bajarî de azad be û li gorî çanda xwe aheng, merasîm û karnavalên werzişî li dar bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst