Balafireke Îranê kete xwarê: Bi dehan rêwî têde bûn

18-02-2018
RÛDAW
Nîşan Balafir Rêwî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafireke Îranî ku têde nêzîkî 60 rêwî hebûn û ji Tehranê ber bi Yasûcê diçû, li devera Simîrom a Îranê kete xwarê.

 

Serperiştyarê Hawarçûnê yê Îranê Pîr Husên Kulewend ragihand ku îro danê sibê balafireke ku ji Tehranê ber bi Yasûcê diçû, ji radarê winda bû û piştre li devera Simîrom a Esfehanê kete xwarê.

 

Pîr Husên Kulewend eşkere kir ku di balafirê de navbera 50 û 60 rêwî hebûn.


Derbarê hejmara rêwiyên di nav balafirê de amarên ciyawaz têne belavkirin. Berdevkê Hawarçûnê yê Îranê Mucteba Xalidî diyar kir ku di nav balafirê de nêzîkî 65 rêwî hebûn, 2 xulek piştî firînê, balafir ji radarê winda bûye û piştre li deverên çiyayî yên Simîroma Esfehanê ketiye xwarê.


Mucteba Xalidî li ser rewşa rêwiyên balafirê eşkere kir ku helîkoptereke hawarçûnê ber bi cihê bûyerê hatiye şandin, lê ji ber devera ku balafir ketiye cihekî çiyayî ye, nikarin ambulansan bişînin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst