Amerîka û Îsraîlê li Îranê da: Rê, pir û xetên trênan bûn armanc

Duh li 04:25
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl Bombebaran Pir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku herî kêm du pir, binesaziya rêya hesinî û rêyeke sereke hatine bombebarankirin.

Ev êriş di çarçoveya pêleke êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser binesaziyan de hatin kirin.

Pir û rê bûn armanc

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, li nêzîkî bajarê Qumê pirek û li bajarê Kaşanê yê li naverasta welêt pireke din a rêya hesinî hatine bombebarankirin.

Yek ji berpirsên Îranê Ekber Salihî ji Ajansa IRNAyê re ragihand ku di êrişa li Kaşanê de 2 kes hatine mirine û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Her wiha rêyeke sereke ya bilez a li bakurê Îranê ku bajarê Tewrêzê (Tebrîz) bi Tehranê ve girê dide hat girtin.

Ev rê piştî bombebarankirina cihekî di navbera Tewrêz û Tehranê de ji çûn û hatinê re hat girtin.

Kanaleke Telegramê ya ser bi Supaya Pasdaran ve amaje pê kir ku êrişê pireke derbasbûnê kiriye armanc.

Xetên trênan xera bûn û elektrîk qut bû

Ajansa Mîzanê jî behsa armancgirtina rêya hesinî ya li bajarê Kerecê yê nêzîkî Tehranê kir.

Di heman demê de Heyva Sor a Îranê belav kir ku wan hejmarek birîndar veguhastine nexweşxaneyan.

Piştî hişyariya vê sibehê ya Îsraîlê ya ji bo bikarneanîna rêyên hesinî yên li Îranê, hemû seferên trênan ên ji bo bajarê Meşhedê û berovajiyê wê hatin betalkirin.

Li aliyê din Ajansa ISNAyê belav kir ku ji ber xerabûna xetên veguhastinê û stasyoneke biçûk a elektrîkê di encama êrişên asmanî de, elektrîka beşeke bajarên Kerec û Ferdîsê yên li derdora Tehranê qut bûye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan pêleke berfireh a êrişan a li ser "cihên binesaziyê" temam kiriye lê hûrgiliyên zêdetir nedan.

Ev êriş piştî wê yekê tên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa wêrankirina binesaziya Îranê xwaribû.

Trump gotibû, eger Tehran heta berê sibeha Çarşemê (bi dema Hewlêrê) negihe rêkeftinekê ew dê êriş bikin.

Trump doh diyar kiribû, "Ew difikire ku her tiştî biteqîne û petrolê kontrol bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst