Xamineyî peyameke tund da Îsraîlê: ‘Em efû nakin!’

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de gefên giran li Îsraîlê xwarin û ragihand, “Îran dê binpêkirina qada asmanî ya xwe ya ji aliyê Siyonîstan ve efû neke”.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand, “Siyonîstan şaşiyeke mezin kiriye. Divê piştrast bikin ku û ew dê li hemberî vê tawanê werin cezakirin.”

Rêberê Dînî yê Îranê tekez kiriye ku “Îran binpêkirina qada asmanê xwe efû nake” soz da ku “xwîna şehîdan ji bîr nake”.

Gefên Elî Xamineyî piştî êrişên asmanî yên Îsraîlê hatin kirin ku wan çend baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ên asmanî dest bi şepoleke nû ya êrişê ya li Tehrana paytexta Îranê kiriye.

Li gorî agahdarî û vîdeoyan, dengê teqînên xurt li Tehranê û çend bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bihîstin.

Artêşa Îsraîlê ji xelkê herêma 18an a Tehranê xwestibû ku bilez herêma xwe vala bikin.

Di heman demê de medyaya fermî ya Îranê ragihand, Îranê bi mûşekên “Fetah 1” êrişeke mezin li Îsraîlê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst