کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tehran / Wêne: AP

Tehran / Wêne: AP

ÎRAN

Îranê şertên xwe diyar kirin: Eger nermbûn nebe dan û standin namînin

RÛDAW

RÛDAW

23-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW23-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Îranê ragihandin ku eger Amerîka nermbûnê nîşan nede dibe ku dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de bi ser nekevin.

Dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de bi navbeynkariya Pakistanê didomin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî ya Îranê agahiyên xwe spartine çavkaniyeke nêzîkî heyeta dan û standinan a Îranê.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku eger Amerîka nermbûnê nîşan nede, dibe ku ev pêvajo têk biçe.

Şertên Îranê yên ji bo hevdîtinan

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Îran dixwaze mijarên nukleerê di qonaxên bên ên dan û standinan de werin gotûbêjkirin.

Her wiha Îranê serbestberdana pereyên xwe yên cemidandî wekî şertê destpêkê daniye pêşiya Amerîkayê.

Daxwaza Îranê ya diyarkirina keştiyên ku dê di Tengava Hurmizê re derbas bibin, yek ji mijarên sereke yên lihevenekirinê ye.

Îran dixwaze dîtin û derbasbûna keştiyan li gorî mekanîzmaya xwe diyar bike.

Nakokiya li ser Tengava Hurmizê

Li gorî nûçeyê heta ev hersê mijarên bi alozî çareser nebin, Îran tevlî dan û standinan nabe.

Her wiha hat diyarkirin ku hevdîtinên li ser mijarên nukleerê jî girêdayî wê yekê ne ku Amerîka gavên baweriyê biavêje.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku birêvebiriya Washingtonê dixwaze statuya berê ya Tengava Hurmizê vegere.

Ji ber vê daxwazê jî di navbera her du aliyan de li ser vê mijarê lihevenekirin û nakokî hene.

Pirsên