Navenda Nûçeyan – Bîst û heft parlementerên Kurd û Belûç ên di parlamentoya Îranê de derbarê piştguhxistina nerazîbûnên xelkê de hişyarî dan serokomar û wezîrê navxwe yê Îranê.
Di civîna îro ya parlamentoya Îranê de, 27 parlamenterên Rojhilatê Kurdistanê, Sîstan û Belûçistanê nameyeke haydariyê û agahdarkirinê ji serokomar Hesen Ruhanî û wezîrê navxwe yê wî welatî Ebdulriza Rehmanî Fezlî re şandin.
Wan parlamenterên Kurd û Baloç ew nameya hişyariyê weke bertekekê li hember bersivnedana daxwaziyên xelkê navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Sîstan û Beloçistanê yên derbarê daxistina sînorên kolberyê û rêgirtina ji xelkê navçeyên sînorî ji hawirdekirina kelûpelan de ji Hesen Ruhanî û Ebdulriza Rehmanî Fezlî re şandine.
Zêdetir ji 5 mehan e ku hikumeta Îranê rêyên kolberiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Sîstan û Belûçistanê daxistine, vê yekê jî nerazîbûn kasibkarên navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê li pey xwe aniye û li çend bajaran jî weke karvedan li hember vê biryara hikûmeta Îranê, dukan û bazar hatine daxistin.
Li bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhialtê Kurdistanê ve nêzîkî du mehan bû, ku dukan û bazar daxistî bûn, beriya sê heftiyan jî cîgirê wezîrê pêşesaziya Îranê Mucteba Xosrewan ji Rûdawê re ragihandibû, ku di demeke nêzîk de dê hikumet biryareke nû derbarê sînoran de bide, lê Tehranê hêj jî ew biryar nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse