Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê, 2 zarokên Kurd û zarokekî Belûç desteser kirin û ew birin cihekî nediyar.
Zarokên Kurd Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî yên xelkê Kamyaranê ne û zarokê Belûç Ebdulah Ezîzî jî xelkê Qesrî Qendê ye.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, doh Ebdulah Ezîziyê 17 salî yê xelkê gundê Ezîzabadê yê bajarê Qesrî Qendê hat desteserkirin.
Desteserkirina Ebdulah Ezîzî li bazara Qesrî Qendê, bêyî nîşandana ti belgeyê û bi bikaranîna tundiyê pêk hat.
Her wiha roja duşemê jî Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî li malên xwe ji aliyê hêzên Îranê ve hatin desteserkirin ku du zarokên 17 salî yên xelkê Kamyaranê ne.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehiyê ew her du zarok piştî desteserkirinê veguhastine girtîgeheke bajarê Sineyê.
Heta niha derbarê sedemên desteserkirinê, tohmetên ku li wan her sê zarokan hatine kirin û cihê girtina wan ti hûrgilî nehatine bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse