Hewlêr (Rûdaw) – Çend parlamenterên Kurd ên parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê nameyek ji Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re şandine û têde ji wî xwastine, ku sedemên nevekirina deriyên sînorî yên wê parêzgehê yên li gel Başûrê Kurdistanê aşkere bike. Wan parlameterên Kurd herwiha daxwaz ji Ruhanî kirine, ji bo vekirina deriyên sînorî hewl bide.
Li gorî zayariyan, parlamenterên bajarên Mihabad, Serdeşt û Pîranşar, Nexede û Şino di nameyekê de ji Serokomarê Îranê re nivîsîne: “Girtina deriyên sînorî bûye sedema rawestandina hinardekirinê û debara hezaran kesan xistiye metirsiyê, ku pêştir li wan sînorên fermî û deriyên sînorî yên din (nefermî) karê hinardekirinê dikirin.”
Bi gotina wan parlamenterên Kurd, di salên bihorî de bazirganiya di rêya deriyên sînorî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de pêşkevtin bix we ve dîtibû û berfireh bibû, lê belê bi hinceta referanduma Herêma Kurdistanê, ew sînorên hevbeş niha hatine girtin.
Ew parlamenterên Rojhilatê Kurdistanê ji Hesen Ruhanî re gotine, tevî ku Tirkiye li gel Îranê rêkevtin kiribû ku sînorên xwe yên bi Başûrê Kurdistanê re bigire, lê belê hikûmeta Enqerê tenê bo rojekê de sînorên xwe negirt û hinardeya xwe ya bo Herêma Kurdistanê neda rawestandin.
Li gorî wan parlamenterên Kurd, Tirkiye ji ber nebûna berhemên îranî û bi mifawergirtina ji wê rewşa niha, tevahiya bazara Herêma Kurdistanê ji xwe re kontrol kiriye.
Di wê nameyê de herwiha nûnerên Kurd ên li parlamentoya Îranê diyar kirine, ku niha li deriyên sînorî yên di navbera Îranê û Başûrê Kurdistanê de gelek girift çê bûne û tekez kirine, ku divê bi zûtirîn dem hewla çareserkirina wan giriftan were dan.
Îranê ji roja 14ê meha Cotmeha bihorî ve û weke bertekek li hember referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, deriyên sînorî yên bi Başûrê Kurdistan re daxist, lê belê piştî çend rojan deriyê sînorî yê Başmaxê ku dikeve ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê vekir.
Deriyên din ên sînorî yên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de hêj nehatine vekirin.
Parlamneterê Serdeşt û Pîranşarê, Resûl Xizrî di vê bareyê de ragihandiye: “Ji ber girtina deriyê sînorî yê Hacî Omeranê ve 30 hezar kes bi şêweyekê rasterast û zêdetirî 8 hezar kolber bêkar bûne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse